di nav gotinên stranekî da teslîm buyîn, mirin û dîsa vejîn
Min go “keçê kurmalê! Min çûye cem melê gundê me, li kitêbê mêze kiriye; qedera min li serê te ye.”
Go “Lawiko! Bi kaxiz û niviştê, bi şêx û melan tu car vê sivingê naçe serî.
....
”Ez çi bikim qeder yazî kiriye, îlahî ye.
Gelî gundî û cînarno gilî, gazin û loman ji dilê min ê rezîl mekin.
Çav û biriyê reş û belek, şeva îşev min ê ji xwe re di xewna xwediye.
youtu.be/2YaAK4Tv0XY