Gönderi

Belkî ez tenê hîçek bim, hem jî hîçekî mezin. Hiç û pûç. Erê wele! We tevan bi yekdestî ez kirim hîçekî ji dera hanê; dexisandim, xezikandim, perçiqandim, hêvî lê çilmisandin, xwezî lê tal kirin, dinya li ber çavan sar kirin û ez avêtim vê zindana xewê. Dikim nakim neşên çavên xwe vekim. Xewa ku bi salan bû zîzê van çavan, weke ku bi carekê de heyfa salan hilde, rijiya rijiya rijiya... Neşêm çavên xwe vekim, ka ji vê biwêdetir bêjim çi!
Sayfa 14
·
100 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.