Mem û Zîn
Dasitana beyana Newroza sultanî,
tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî,
bi mersûmê qedîmê Kurdistanî,
ku wana digotê: Sersal û 'ed dikirin bi 'îdê wisal
...
Roja ku dibûye 'eydê Newrûz
Te'izîm ji bo dema dilefrûz
...
Bideriketina şehriyan e bi deştê,
ji bo seyrana Sersal û geştê
Dewra felekî ji bextê feyrûz
Dîsan ku numa ji nûve Newrûz
Mebnî li wî 'adetê mubarek
Şehrî û supahiyan bi carek
Bajar û 'kelat û xanî berdan
Teşbîh bi nijdeyan û cerdan
Sef sef dimeşîne kûh û deştan
Ref ref dixweşîne seyr û geştan
...
Ehmedê Xanî (1650 - 1709)
Şirove: Roja ku dibû ceşna Newrozê- û ew dema dilveker û rêzdar û pîroz de-, xelkê (Kurdistanê) ji pîr û 'kal û genc û lawan hemûyê xwe dixemmilandin û berê xwe didane çol û çîmen û dol û newalan û çil û çiya bi xemila xwe dikirin gulistan û li çolê diêwirîn. Bi taybetî kiçên xame û şêne'kurrên nûgiheştî ewanê wekî durr û gewheran xwe dixemilandin û serbest derdiketin derva û pêkve li seyrangehan digerriyan.
Şirove: Dema ku gerra felekê bi xoşbextî û pîrozî dîsan doş bû û serjinû Newroz nîşan da û ceşna Newrozê pêrra giheşt, gorekî wê rê û risma pîroz û mubarek, giştî xelkê bajarî û herwisan leşkerî hemû ji bajar û 'kelayan derdiketin û xanûman cî da dihêlan û wekî cerde û nijdeyan xweşîn pêdiket û deste deste û kom komî ber bi çil û çiyan û geşt û seyrangehan dimeşiyan.
Jêrenot:
Balkêşî: Çend tiştên balkêş di van malikên helbestan da hene. Yek ewe ku Xanî ji Newrozê ra rêzê digre û dibêje te'izîm ji bo wê demê, ku wateya pîrozbûnê dide.
Sersal: yekê Adarê, serê salê, yekemîn roja salê, ku li rojhejmera Kurdî da dibe yekemîn roja meha Adarê û ew yekemîn roja buharê ye jî, lewra navê wê kirine Newroz. Newroz wate roja nû, yekemîn roja yekemîn meh û yekemîn danê salê. Muxabin hindek kesan salnama Kurdî destwerdayî kirine û ew gorekî salnama ferengiyan kirine û mehên Kurdî hanîne danane hemberî mehên ferengî û roja Newrozê ku li yekê Adarê daye, kirine bîst û yekê Adarê.
Peyvnasî:
'Eyd: îd, cejin
Newrûz: Newroz, roja nû
Te'zîm: rêzlêgirtin, serdanivandin
Dilefrûz: dilxoşker, dilveker
Dewra felekî: gerra felekî, gerriyan û dorlêdana erd û heyv û istêran û pêkhanîna sal û deman
Feyrûz: feyroz, pîroz
Numa: nîşan da-ji nû ve: serjinû
Mebnî: gorekî, li ser rê û risma
Supahî: leşkerî
Kelat: bajar
Nijdeyan: talankeran
Cerdan: kesên ku karê wan cerd û talan e.
Kûh: çiya
Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Perwîz Cîhanî