Şano
Lîstik
Ngaahika Ndeenda (Kengî bixwazim ez ê bizewicim)
...
SOLO:
Welatparêzên me mezin in ji bo min...
Ji ku derê hatin ew ên spî?
KORO:
Ew ên spî ji ku derê hatin?
Ew ên spî ji ku derê hatin?
Di Mûranga'ayê re hatin,
Şevekê li mala Waîyaki man,
Ger tu bixwazî zanibî ev ên bîyanî ne baş in,
Ji xwe bipirse
Ka li ku derê ye îro gora Waîyaki?
Divê em welatparêzên xwe biparêzin
Ku ew nebin wekî Waîyaki.
SOLO:
Welatparêzên Kimaathiyê wêrek in
Ew ên spî ji ku derê hatin?
...
[KÎGÛÛNDA bi bîranînên dilêş xwe tevdide û çend çirkan bêliv dimîne]
Lê bi saya Mau-Mau
Ku Kimaathi û Matheenge pêşeng bûn
Û bi saya yekîtîya rêxistinî ya girseyan
Me spî têk birin
Û azadî hat...
Me alaya xwe ya neteweyî bilind kir.
Komek jin, mêr û zarok bi kêf û coş tên ser dikê û stranan dibêjin, dans dikin bo azadîyê.
Ev alayeke sêreng e
Bilind rakin alayê
Şîn rengê erdê me ye
Bilind rakin alayê
Sor xwîna me ye
Bilind rakin alayê
Reş rengê Afrîkayê ye
Bilind rakin alayê
...
Ngūgī wa Thing’o