Gönderi

Feylesof Beydaba: Bêguman, tevgera baş, rewşa bi te diket ew bû ku te bidaya ser rêya pêşiyên xwe, te şopa mezinên beriya xwe bimeşandaya, qenciyên ku ji te re hiştibûn divê tu li pey biçûya. Tiştê ku ewê şermî û kêmanî bianiya ser navê te, divê te xwe jê dûr bixista. Feylesof Beydaba: Guman tê de nîne ku kesê nezan û xapandî ew e ku di karên xwe de ji ser xwe diçe û xeyalperest e. Kesê biaqil û giran ew e ku îdareya dewletê bi nermatî û bi siyasetê dike. ... Ey padîşeh! Li ser van gotinên min bihizire, bera vana bi te giran neyên. Min vana ji te re gotin lê ne ji bo xwestina menfîetekê, ne ji bo mikafatekê, ne ji bo qenciyeke ku tu bi min bikî. Tenê ez ji te re qenciyê dixwazim û ez dixwazim te biparêzim.
Kelîle û Dîmne
Kelîle û Dîmne
·
44 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.