Mem û Zîn
Xanî ji kemalê bîkemal î
Meydanê kemalê dît xalî
Ye'inî ne ji qabilî û xebîrî
Belkî bi te'essub û 'eşîrî
'Hasil ji 'inad eger ji bîdad
Ev bid'ete kir xilafê mu'itad
Safî şemirand vexwar durdî
Manendê Derî lîsanê Kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêşaye cefa ji boyi 'amê
Da xelq nebêjitin ku ekrad
Bî me'irifetin bi esil û buniyad
Şirove: Xanî ji ber bêtoreyî û nezanîna xwe meydana zanist û toreyê û qada huner û hunervaniyê vala dit.
Balkêşî: Li vê helbestê da Xanî nefsbiçûkiyê dike û xwe dişkêne û dibêje min li ber nezanîn û neagadariya xwe ji tore û zanistê, meydana zanist û toreyê vala dît û min seh kir, ku meydan ji min ra maye. Lewra ez daketim vê meydanê û min hespê xwe li vê meydanê da bezand, dena eger kesekî di heba, ev meydana ji min ra nedihişt.
Wate ji ber zanetî û jêhatîbûn û şarezatiyê nebû, belkû ji ber alîgiriya netewetiyê bû, ku ez daketim vê meydanê. Bi kurtî, yan li ber zor û zulme, yan jî li ber rik û kerb û kînê bû, ku min ev karê nû, ku ta niha nebibû tiştekî asayî û kesî xû pê negirtibû, dest pê kir. Min meya nab û safî rijand û avêt û min torte ji xwe ra helbijart. Min zimanê Kurdî wekî zimanê Derî(bingeha zimanê Farisî ye) ku li ber mirinê bû çawa Firdewsî bi Farisî Şahnameya xwe nivîsand û Îranê zinde kir:
👇
Best renc burdem der în sali sî
Ecem zinde kerdem bedîn Parsî
(Min di vî sih salî de gelek cefa kişand
Bi vê Farisîyê Îran zinde kir).
Min jî bi zimanê Kurdî û bi pirtûka Mem û Zînê neteweya Kurd û Kurdistanê zinde kir. Min ev pirtûka vehûna û min ev êş û azara ji boyî gelê xwe hemûyê kişand. Çima? Lewra, daku xelq nebêjin gelê Kurd he li bini ra, he li qurm da û bi giştî bê tore û bê zanist û bê pirtûk in.
Ehmedê Xanî
Jêrenot
Ye'inî: wate, ankû
Qabilî: qabiliyet, hêjabûn û jêhatîbûn,
Xebîr: agadar, zana
Xebîrî: agadarî, zanatî, şarezatî
Te'essub: demargirî, alîgirî û piştewaniyek tund û tox
'Eşîrî: 'eşîretî, hozgerî, lêre da neteweyî
Ta ku dengiz nebe şîr, Tirk nabin êl û eşîr.
Pirsê Pêşiya
Biwêj
Ma tu ne eşîr î?
Wate: Çima tu xwe nakî şûna mirovan?
'Eşîrî: esalet, xanedanî, esilzadeyî, tovrindî, malmezinî ye li gorî Kurdan.