Gönderi

westîyam yaww .. biborînin hinekî dirêj çêbû lê bixwenin xweş e :d
Tu dizanî... hinek xeberdan hene ku carina bi saet, roj û heftan dom dikin, lê ne jîndar in, merivan nahejînin, sermest nakin, di dil û mêjî de pêl nadin... Ev celeb xeberdan tên gotin, tên bikaranîn û bi dû re jî winda dibin, diherin. Bêşop derin. Meriv nikare şopên wan hilîne. Ez çawan bibêjim... xeberdanên weha weke meşeke, gereke, birêveçûneke pêxwas û serqot in. Meşeke, gereke, birêveçûneke pêxwas û serqot di stêrikeke mirî de. Li wê derê her tişt mirî ye, her tişt vemirî ye, tiştê ku meriv vejîne, keşf bike nemaye. Lê, carina jî hinek demên kurt yên xeberdanan hene. Xeberdanên ku zêde nehatine neqişandin. Xeberdanên ku kin, kurt û tijî ne. Xeberdanên weha di dil û mêjiyê meriv de pêl vedidîn, coşa meriv dikelînin û meriv-digel ku ew kin û kurt in - qet naxwaze ku ew biqedin, kuta bibin. Xeberdanên weha hê di peyva yekemîn de bala meriv dikişînin. Ev xeberdan weke rêwîtiya li ser riya rojê ne; germ in, bi heyecan in, bi sihêr û esrar in. Herweha meriv ji wan gelek tişt dipên.
··
431 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.