Ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim,
Ez “Taybet” im biqasî ku laşê min li kuçeyên Kurdistanê wek peykerekî goştî bê çikilandin,
Ez “Taybet” im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe, hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim
Ez “Taybet” im biqasî ku li Botan werim kuştin.