Gönderi

Min gotîye; çend xelek mane ji kezîyên min î reş di bêrîka dilê te de, tevî mirêkek şikestî. Çend ramûsan mane veşartî di jiyana min de şermok û çav girtî, bê hêvî. Di çend zivistanên dijwarde qerisîn dil û mêlak, lê dîsa çav digerin çivîkek li berfê, da ku ji te re silavekê bişînim bi hestê salan. Sal ji emir dixwin kêlî bi kêlî, poşmanî û xwezî di hebûna min de gevizî. Pişt xûz û diran ketî. Di qermiçekê destan de keda salan û xeyalên pûç û vala di coşin di serê min de. Yek carna di dil de tayek rihana nazenîn ji bin de radibe li ber bayê harbûyî, di bîramin de karxezalek birîndar, di paxila kendalekî de pûkê lêdayî. Ber buharî di hundirê min de ez a mirî, cardin bi jînê ve aliqî. Di ewqas jîyanê de kenê çilmisî av didim bi kedek tewş û bi bextê reş û bi bextê reş... Fatma Taşlı Tunç
·
1 artı 1'leme
·
35 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.