Hemdê Xudê
Hemdê bêhed bo Xudayê 'alemîn
Ew Xudayê daye me dinê mubin
Em kirîne ummeta xeyrul-beşer
Tabi'ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikul-mulkê 'ezîm
Daye me mîrasa Qur'ana kerim
Dînê me kir kamil û ni'met temam
Ye'ni da me Ehmed û darus- selam
Ew Xudayê bênazîr û zulcelal
Bêmîsal û bêheval û bêzewal
Raziqê bêdest û pa û mar û mûr
'Alimê sirra negoti der sudûr
Karisazê bende û sultanê can
Rahim û Rehman Letîf û Mêhreban
Asimanê bêstûn, wî kir bedid
Sûreté ba-xal û xet, wi aferid
Hêvîdar în em, ji te şahê Kerîm!
Îhdîna ya Reb siratel-musteqîm
Nê ji me sûc û xeta tên û stem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya Reb îmanê dixwazîn em, mudam
Jêrê alaya Muhammed, wesselam!
Ger divêtin hûn ji narî bin necat
Bi eşq û şewqek hûn bibêjin; es- selat!