Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî. Germahî. Geşî, xweşî. Bihar, dilşahî. Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele. Av vedije, Dîcle hişyar dibe. Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije. Av, avzê, kahnî, co û çem. Ji dahl, daristan, zinar, çiya. Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor. Av, Dîcle. Dîcle vedije, Dîcle har dibe. Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl. Bi hev re, di nav hev de. Dîcle dibiriqe. Dîcle diçirise. Dîcle distrê. Dîcle dibêje.
Mehmet Uzun
·
1 artı 1'leme
·
468 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.