Gönderi

Derê Xemha
Ey derê xemha li tenha ew li şemsa xawerê Xan û man têk da zulumat paşî wê dêmenwerê Piştî lêvê wê venaxim mutleq Ava Kewserê Min nevêt dinya bi carek paşî wê sîmaperî Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê Sed muxabin û ji ba min ew hebîba çavbelek Ah û efxanê di min daim dîçûn hetta felek Mam di qeyda dax û derdan paşîi wê zulfa xelek Hem ji feryadê di min aciz dibûn ins û melek Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê Hicreta yarê biha tim şibhê finda şû’ledar Ket’me halê îhtîraqê, j’îftîraqê bûme nar Ez wicûdek bê wicûd im, suhtime têk da xubar Min nevê dinya bi carek paşê wî çavê xumar Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê Ger di hîna ez wefat bim, betê ser min Ezraîl Mujdeya Xuldê bidit min hem di gel wî Cebraîl Xudr û îlyas tev bibîtin ew ji bo min ra delîl Dê bibêjim, “Min nevêtin Xuld û Kewser, Selsebil” Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê çerxê kecreftare waweyla ku ez heyran kirim Serfiraz bûm ez welêkin zêde sergerden kirim Bê dil û bê eqil û bê huş û bê îz’an kirim Paş ku wê bêmurwetê ev renge ez talan kirim Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê Zinhar ey dostan! Weqtê bikim ez hîcretê Van du misraan kîtabet kim li belgê kaxetê Da bi destê xwe bikêşim ew di hîna hezretê Wesfê halê xwe bibêjim ez di wextê hicretê Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê Xaniya, ev herzegoyî w xeta û nasewab Ji wê mehrûmî dibî ey bêedeb, ey bêhîcab Ev qezayê Barî ye, razî bibe, ey malxerab “înna lîllah” tu bibêje j ite re her ew sewab Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê
·
1 artı 1'leme
·
54 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.