Gönderi

Îsmê Te Ye • Melayê Cizîrî
Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da Herfek qelemê `ilim bi teqwîmî reqem da Eşkal û xetên da`ireya nuqteyê `ilm in Ev neqş û misalên di xiyalatê `edem da Mîm metle`ê şemsa ehed ayîne sifet kir Lami` ji `ereb berqê li fexxarê `ecem da Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn Yek mestê semed kir bi yekê neqşê senem da Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima`î Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da Yaqûtifiroşan di kef elmas-i şikestin Ev sefheya elmas-i ko neqqaşî reqem da Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem Subhaneke len uhsiye fî şe`nike hemda Minnet ji Xudayî ko bi ebdê xwe Melayî Iksîra xema `işqê, ne dînar û direm da
·
65 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.