Sibe belkî tu min nebîne
Lê eman û sed eman
Kê pirsa min ji te kir bêje çû
Çû li xwe bigere li wî alî
Cihê go tu jî nizanibe
Wêneyên sûretên di wê şeva min dabû te bişewitîn
Belkî ti karibe şevekê xwe pê ronî bike
Lê bela kes nizanîbe ew ê tu bi destê xwe dişewitîne ew ez bûm
Ji boy kêfa kesekî li te neyê
Duniya gur e û tu jî berxeke di nav de
Ez ê her car ne li kêleka te bim
Ku tu xwe şêr bibînî
Wek te nabe
Sibe belkî tu min nebîne
Lê helbestekî min heye bixwîne
Tê min di nava hevokên westiyayî de bibîne
Tê min bibîne ez li kêleka darekê zuha rûniştî me
Wekî wê ez jî li hêviya baranekê me
Belkî rojekê ji rojan dîsa li ser axa te şîn bibim
Lê bi rengekê din
Sibe belkî ti min nebîne
Lê buharekê di xeyalê xwe de çêke
Weku ez li cemte me û bi helbestekê sebra te tînim
Gava tu xwe nazdar dikî
Bimeşe bazde bukene netirs û tenê bûnê jibîr bik
Gi li zora te hat berê xwe bide bîranînê min
Ku min carekê çîroka qehremantiyê ji te re dixwend
Sibe belkî tu min nebîne
Lê ne dûr be ez bi ezmanê te ve hilkişya bim
Û di nava melyonê stêrka de yek ji wan ez bim
Gi birastî tu ji min hez dikî
Di nava melyonê stêrka de
Kîjan stêrk rengê min didî
Ez ji ku zanim
Di ezmûna stêrka de tê bi serkevî yan jî na
Xwe ji kêliyên girantir amade bik
Sibe belkî tu min nebîne
Lê negrî ger bi giriyekî ya dilê te pêk hatiba
Min ê ji te re gotiba bigrî bigrî bigrî
Heta te mirada dilê xwe pêkanîba
Heyfa wan çava ne
Ku tu bi rûndikekî dişkîne wî dîwarê kilê siphanî û ti dihêle ken li
Ser rûçikê te Koçber bibe biçe
Ne êşe û matmayî nemîne
Sibe belkî tu min nebîne
Lê di rojên pêncşema êvara îna
Bi destê dayika min bigre
Ew ê te bibe cihê go ez lê
Û hewce nake go tu gula jî li ser gora min deyne
Heyfa wan gulan
Ez bibim sedema ku bi destê te tên kûştin
Sibe belkî tu min nebîne
Lê ne dûr be ez te bibînim
Ez te bibînim
çawa helbesta min dike ayatek
Û di mishefa evîna xwe ji dilê xwe re dixwînî
Wê çaxê ez ê zanibim
Bi rastî ti ji min hez dikî
Wek go ez bi te re jiyan dikim
Êdî ez ê bizanibim
Ez zindî me ne mirî me
Belkî ez Şehîd bim
Sibe belkî tu min nebîne
Sibe belkî tu min nebîne
Sibe belkî tu min nebîne
#Ferhade Merde