Ji Kurdistanê tê dengê girînê
Ew, giyanên da û dapîran in
Û giyanên bav û bapîran in
Li pey cîhilan digirîn
Wan, tore û kultura xwe
Mîras hiştîbûn ji bo neslên li pey xwe
Lê dagirker bi dekan
Bûn mîqrop û ketin mejiyê Kurdan
Bira ji biran ra kirin dijmin
Ne tore ne jî kultur hîştin
Hin jî bûm cîhil li her cî, bêrûmet man
Ev rewş jî eyan e li giyanên bav û bapîran