Gönderi

Hejîra maran
Bi ser venebim nebînim şopa Mem Nebînim di tariyê de wê Roja Zer Ew kokel bim ew birc ew dukezî Bi Zîn li pey Mem Eynî wiha siwar liBozê Rewan Ji mij û moranê wê de kuştin e Kuştin e bi bêdengî bi şahî Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde Lê hetikîm ez hetikîm Dema li nîvê çolê sekinîm Û min bi nav kirin hezar rewşên te Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî Mixabin min tu nedî bi çolê Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn Û li ber derya tîbûnê Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re Û min tu dîtî Li wir li ber serê wê hejîrê Weke xunaveke fetisî
·
458 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.