Gönderi

Tiştê herî girîng ew e ku tu bikarî li demê nefikirî. Dema tu bikarî li herikîna demê nefikirî, tu dikarî li cih û mekanan jî nefikirî. Ya ku kesekî dîl dikuje fikirîna wî ya berdewam bi dem û cihên din e. Heta sala heftan, min roj bi roj dijimart. Lê mirov rojekê ji xew radibe û dinihêre va ji nişkê ve her tişt ji dest daye. Pêşî tu çirke bi çirke her tiştî hesêb dikî, lê rojekê tu ji xew radibî û dinihêrî va te hemû tişt tevlî hev kiriye. Tu nizanî salek e an sedsalek e tu li wir î, tu nizanî wêneyê dinyayê li derve çawa ye. Tiştê herî bixof ew e ku tu bizanî însanek li hêviya te ye. Dema tu dilrehet bûyî bendewariya te nake û tu ji bîra hemû dinyayê çûyî, êdî tu dest pê dikî li xwe difikirî.
Avesta
·
54 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.