Min hij te kir
Pirr pirr pirr
Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê
Û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.
Reş bûn ji xwe
Zivr zivr, kevanî
Reştir dibûn bi kilê siphanî
Her çiya bi evînekê bi nav dibû
Û te di çavên xwe de azadî xwedî dikir.
Min hij te kir
Li dû her koçberiyê pirrtir
Û gelektir ji xwe, ji zedetir ji gelekî gelektir
Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir
Baz xayîn diketin Sarya min
Min hij mirina te kir!
Arjen Ari