Gönderi

Nabe Çar
Li zanîngehin bilind, li dibistanan, li fêrgehan, herdem tête gotin ku, "Du caran du, an jî, du heb du, dibe çar." Ez, ji birkariyê, parzemînî yê û esmannasiyê, fêm nakim. Lê belê ez dibêjim ku: Du caran du, an jî du heb du, nabe çar, Dibe yek. Argûşk û diran, lêv û ziman, nabe çar. Dibe yek. Dibe dev. Dixwîne, dibêje, dişîqe. Bê perde û bê dîwar. Reh û Gewde, şax û pelg, nabe çar. Dibe yek. Dibe dar. Dibe çinar. Dirêj, stûr û bextewar. Tax û mal, kuçe û papûr, nabe çar. Dibe yek. Dibe Bajar. Tê da, jiyan dikin, axa û xûlam, xizan û maldar. Du heb Mil û du heb çeq (çîp), nabe çar. Dibe yek. Dibe Beden. Dibe mirov. Dibe can, dibe candar. Beng û delalî, Bedewî û lihevhatin, nabe çar. Dibe yek. Dibe Heval. Dibe evîn. Dibe Dildar. Vê bizanin. Min bikin hezar liç û hezar gincî, hezar guleyan berdin canê min, min hezar caran bikujin, bi darvabikin jî, Kurdîstan, çar par nabe. Nabe çar. Dibe yek. Dibe çiya. Dibe deşt, Dibe zinar. DİBE KURDÎSTAN..
Sayfa 19 - Helbesta Nadîr QazîKitabı okudu
··
111 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.