Gönderi

Wesyetname ya Qazî Muhamed 1
Bi navê Xweda yê, sitr û hefidandinê Gelê Kurd! Hevalno! Gelê min, yê bindest û xizan! Ez suxrekarê vî gelî, ez Qazî Muhamed, vê şevê, vê şeva tarî û neyar, êdî bi lingên xwe, dem bi dem, gav bi gav, diçim mirinê. Diçim berdarkirinê. Ez ne bûjîmayî me. Diçim ser dilovaniya xwe. Hun ji bona, navê Xweda yê xwe, hun, ji bona navê Xweda yê Şevê û rojê. Hun, ji bona qedrê Qurana Pîroz. Ji bona reberiya resûlê Xweda bikin. Êdî bese. Dijminatîya hev nekin. Milên xwe bidin milên hev. Destên xwe bidin destên hev. Li hember dijminan û zordaran serê xwe, bilind bikin. Bejna xwe, netwînin. Stûyê xwe xwar nekin. Xwe, rûmeta xwe, hebûna xwe, xuşkên xwe birayên xwe, welatê xwe, xaka xwe, nefiroşin. Dijminên me, dijminên Gelê Kurd, zordarin, xwînxwarin û bêşewatin. Lê belê, gelên hemî Cîhanê pê zane ku, tirs û xofên şevên tarí, kabûsên şevên tarî, bi sibehê ra, bi ronahiya tîrojên rojê ra, wenda dibin. Bi dawî dibin. Êdî, ziraqa bere sibehê nêze. +++
··
100 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.