Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

240 syf.
10/10 puan verdi
Berî her tiştî ez bêjim ji bo kurdîya min, min biborînin. Ez xweş dixwînim lê nivîsa min hinek kêm e. Ez dest bi hûrnêrînê bikim. Jan Dost kî ye? Jan Dost kurdê kobanêyê ye di sala 1965’an de ji dayîk bûye. Jan Dost di 15 salîya xwe de dest bi nivîsandinê kirîye. Pirtûka Mijabad di sala 2000’an de nivîsand û di sala 2004’an de çapa yekem derket li vir. Ez ê niha jî dest bi hûrnêrîna pirtûka Mijabad bikim. Min bawer dikir ku ev pirtûk xweşe lê belê ne ewqas jî. Jan Dost zimanekî pir arî û pak û paqij nivîsandiye. Gava ev pirtûk min dixwend min go ez li malê li ba pîra xwe û li ba kalkê xwe li gund rûniştime û wan guhdar dikim. Ji ber ku zimanêkî xweş nivîsandîye. Bêhna gundê min hat ber pozê min. Romaneke gelekî serketî ye. Min bi tirs destpêkir û min digot ez nikarim vê pirtûkê bixwînim lê ez şaş bûm. Hinek peyvê min nizanbû hebun lê belê ez pir kefxweş bûm. Wexta min dixwend ez carna pê xemgin dibûm, carna pê kefxweş dibûm û carna ez ditirsîyam. Niha ez bi xwe re şer dikim ku min çima dereng ev pirtûk xwendîye. Kî dixwaze vê pirtûkê bixwîne bila zû destpêbike û netirse. Spas ji we re bo xwendina vê hûrnêrînê.
Mijabad
MijabadJan Dost · Avesta Yayınları · 201266 okunma
··
234 görüntüleme
Aziz Yıldız okurunun profil resmi
Destê te jan nebîne hevalo.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.