RÊYA ZILMÊ NAÇE BIHUŞTÊ
5/10
·216 syf.··
Beğendi
·
2025 21. kitabı
Rêya ku naçe Bihuştê bi du vegotinan ve hatiye lêkirin: tevlî monologan kesê yekem û kesê sêyem.Bi vî awayî çîrok yekalîbunê difilite. Berhemê de a herî sereke mijare. Ew fermana 74.("Ev fermana heftê û çaran e" Çakar,2019, r.153) a li qewmê Êzîdî hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn fermana dawî bi destê xwediyê ala reş Daîş ê hat dayîn. Zilmeke wusa qewma Êzîdî tê kirin destê xwêner erd û esmanan diqede. Bi vegotina nivîskarê jî xwenêr behn çikyayî dixwîne. Çîrok bi sehneya yekemîn di ramoka pîqaba Apê Elyas be destpêdike. Bi ditîna xwêner reşahiyan gund desteserkiriye û gundî tên nefî kirin. Di rûpela 18. de em dibin hemî cîwanên gund tevlî kal û piran ramoqa pîqabê siwar dibin "Çi qas ciwanên gund hebûn li ser romorkê bûn: Zizė, Alê, Çînê, Rustem, Baro, Xêro, Şêro... Keleşo" tevlî kujerên xwe cara dawî diçin goristanê, ser mezelên xwe. Ger nafikirin, gund şewitandina hebe ev reşahî çawa dihêlin ew herin xatirê xwe miriyên xwe bixwazin, heta bi nanê germ û hêjîran şîva wan jî bibin? Xwêner di sehneyekî de dibîne Keleşo tê Şemsîxanê dixwaze. Di hîn diyalogên din be jî hezr dike ew Dezgir tîne. Û axirya çîrokê de bi gotina Şemsîxanê a " Buka bêmiraz" xwêner têdigihîje kû wan dewat nekir. Lê çi hat serê Keleşo kuda hat û kuda çu malîqe. Tenê serkêlke reş de navê tê dîtin. Piştre em rûpela 114 dibînin ku hemî jinê gund dîsa di ramokekîde ne û ber bî zulmatê ve tên birin. Di berhemê de alî rêbazî hêyama herî serkeftî a navmetnî bû: çîroka berdest û a Hûtê Heftserî heya dawiyê bi hevre herikî. Hîn caran gihêjtine hev hîn caran agahiyên hevdu didan. Bi çîroka "Gûno û Hût" û xewna Şemsîxanê jî hêmanên kolajî lê zêde bibûn. Her wiha pir nîk ( motîf) jî hebûn: Siwarê sibê/ Siwarê êvarê, nanê germ û hêjîr, dara zeytûnê, genim, deriyê
Edebîyata Kurdî
Ev Rê Naçe BihuştêYıldız Çakar · Lis Basın Yayın · 20199 okunma
Jineke Xinani
Puan vermedi·79 syf.··
2023 41. kitabı
Ez ê lêkolîna xwe weke hercar bi nasîna nivîskar de destpê kim. Kîye gelo Şêrzad Hesen? Li bajarê Hewlêrê sala 1951-52'yan de hatîye dinê. Gelek berheman ji zimanê ingilîzî wergerandiye Kurdî û xwedîyê gelek çîrok û romanan e. Hesar û segên bavên min, Xewna pîrepindan, M, Tenahî..... Bawerke Şêrzad Hesen bû nivîskarê sêyemîn ku ji Bâşûr dixwînim. (Bextiyar Elî, Ferhad Pîrbal) Nivîskarên Başûr gelek gelek hêjane. Yanê zimanêkî wisa xweş, edebî di pirtûkê xwe de bi kar tînin ku ne pêkane mirov ji bo wî zimanê hêja ku çend pirtûkên wan hebin jî mirov nexwîne. Şêweyeke têr û tije edebî û lihevhatî... Şêrzad Hesen jî di pirtûka xwe de şêweyeke wisa bi kar anîbû, ji xwe ez dibêjim qey ne ji wê şêweyê bûya mijara pirtûkê ne ewqas xweş bû ku pirtûkê bide qedandin. Jixwe nivîskar jî, hêjabûna xwe bi piranî di vir de nîşanî xwendekaran dide li gor min; Wexta mijar çiqas xweşbe û şêwe nexweş be pirtûk naherike, lê gava ku şêwe xweşbe mijar çiqas nexweşbe jî pirtûk bi awayekî diherike heta ku diqede. Mijara vê pirtûke dişibiya pirtûka "Nikos kazancakis" Zorba Ji xwe gava min lehêngê vê pirtûke Xalê Memo ku gohdar dikir min di go qey lehenê pirtûka Zorba de "Zorba" gohdar dikim. Du heb lehengê pîr, ku ketine pey jina, hezkirina jina... Ku qet ji wan têr nabin û li gor wan avabûna vê dine jî ji bo "Jin" a ye. Di derûnnasîyê, tiştê ku di civakê de neyên pejirandin, mirov bîne wî halî ku civak wî tiştê ku berê ne pejirandîye, bi bejirîne, jê re dibêjin; "bilindkirin"(Yüceltme) Îjar ku lehengê pirtûkê Xalê Memo jî di jiyana rastîn de li ber we van gotinan bike (Xalê Memo zewicandî, piyala araqê di desta, li rex kurê xwe serbûhirîyê xwe yî ku bi jinên xinanî re derbas kirîye dibêje) wê mirov xwe jê dûr bike, wê
Edebîyata Kurdî
Jineke XinanîŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201122 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
NETIRSIN... DEMA KU ÇAV DITIRSE ŞAŞ DIBÎNE(r.52)
6/10
·96 syf.··
Beğendi
·
2023 17. kitabı
"Kûçik Û Hesarê Bavê Min" kana hevok û honandina lihevhatiye. Hevoksazî û honandin ew qas lihev hatiye. Mirov wetrê. Hevokek î jê derxe wê dîwarî honandinê welgere. Nivîskarî vegotina bi çavê yekem vegotiye. Nexş nemuş ê ku tevna xwe de cî bi cî kiriye ,heya dawiyê didomîne . Çiroka xwe wek çilkezî ya j honandiye. Dema şoreş pêk tê pêşî qala berteka heywanan dike. Hemû hesarê dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Paşê behsa mirovê di nava hêsar ê dike. Ew jî dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Niviskar bi vî ava yî . Çawa keziye kî hilde bihune heya jêr were. Paşê here keziyeke din hilde û bihune û were sêrî.Hurgilîyên xwe hertim bi zargotinê bi remzên çandî xemilandiye. Metleba niviskar rexneya kiryarên tevgerên azadiyê û helbet civat xwe ye. Çîrok ser malbatekî ye. Deshilatarî li ser bavê hatiye sembolîzekirin. Bav ango deshilat nahêle xeynî wî tu binuwer hebuna xwe ava bike. Hemû bîniwer bi xesandinê têne kedîkirin. Û bindest diminîn. Metaforê çîrokê gelek gelek di rêzê de ne. Kîjan wêjevan radibe deshilatiyê bi bavê. Serdeqetê ser seyan hwd sembolîze dike. Helbet metleb rexneya hijmendiya pergala mêranî be wê ser bavê raweste. Bi rastî deshilatarê malbatê bav e. Lê mijareke ew qas baş,vegotina wusa nazenîn û mistîk ,nehatiye. Bav:deshiladare.Se: Ên bindest û xwedî seqetin.Hesp: Şervanin. En berxwedêr û tekoşerin. Lê hin caran zirarê jî didin gel,şêr; Hêze ,notirvanê goristanê; amûrê deshilatare. Ji bo wê pişkiriya wî , hatiye xelatkirin. Û buye notirvan.Xesandin ;Kedikirin an jî bêhêz hiştin e. Li vir civatek hebuna xwe ava nekiriye heye. Ber zilma deshiladar. Heya naha qet xweser nebuye. Û nizane dema xweser be wê çi bike. Ew azadiya kû kesera wî dikişand(r.53)Dest dikeve. Lê nizane bijî . Li ber wê şunda vedigerin hesarê.Ew qas hînê bindestiyê bûne
Edebîyata Kurdî
Hesar û Kûçikên Bavê MinŞêrzad Hesen · Dara · 202026 okunma
Çênd şîroveyên Roşan Lezgîn li ser Gûlên Şoran
8/10
·184 syf.·
2021 10. kitabı
Roşan Lezgîn "Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012). Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal mamostatî dike lê di dema rejîma Xumeynî de ji ber fikrên xwe yên sîyasî ji kar tê avêtin. Hîn di xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, kitêba wî ya pêşîn Zirîke (Qîrîn) di sala 1993 de weşîyaye. Gelek wext e kitêb li cem min e lê hîn nuh firsenda xwendinê çêbû. Ji bilî kitêba çîrokan a Hesen Qizilcî (1914-1984) Kenê Parsek (Avesta, Îstanbul 2001), ev dibe romana duduyan ya xelkê me yê Rojhelatê ku ez dixwînim. Ya pêşî romana Rehîmê Qazî (1925-1991) Pêşmerge (Nûdem, Sotockholm - 1997) bû. Mamosta Ziya Avci romana Pêşmerge gelek xweş wergerandiye, min bi kêfxweşî xwendibû. Şikrîya Salih û Firat Kelehkî çîrokên Hesen Qizilcî wergerandine ser kurmancî, wergera wan jî gelek baş e. Lê xwendina metna kurmancî ya "Gulî Şoran" bo min gelek zehmet bû. Qedera me kurdan e, çend zimanên me hene, em mecburê wergerandinê ne. Lê dema ku werger xirab be, xwendina metnan dibe ezab!... Çîroka romanê di dema şerê cîhanê yê duyem de li rojhelatê Kurdistanê derbas dibe. Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." dest pê dike. Ev îfade di hişê xwendevan de meraqekê çêdike. Û jixwe êdî di seraserê romanê de nivîskar dilebite binê vê hevokê tije bike. Serqehremanê romanê Las, piştî panzdeh salên windabûnê vedigere tê mala xwe. Berîya çûyînê bi keça mamê xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye. Lê ji ber ku Las beşdarê prosesa Komara Mehabadê bûye, piştî ku artêşa rûsan vedikişe û
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201211 okunma