Li Karayibê tê gotin ku dawîlêhatina koletiyê bi xwe re azadiya koçkirinê aniye.
Kurdî
Med (Mad) dewleta Îranî ya herî kevin e ku di serdema antîk da gihîştiye asta împeretoriyê û li gor qebûla giştî bi şêweya konfederasyoneke mezin a hoz û eşîrên erdnîgariya Îranê ava bûye. Zanyariyên derheqê Medan da ji salnameyên dewletên Mezopotamyayê û nivîsên dîroknasê Yewnanî Herodotî hatine bidestxistin. Bi îhtîmaleke mezin, ji aliyê etîmolojîk ve eslê peyva "med/mad"ê, bi wateya "mezin"ê "mes/mas" e ku ev peyv di Kurdiya hevçerx da jî wateya mezinahiyê dide.Ji ber ku di hin çavkaniyan da peyva "mad" wek "mas” jî hatiye qeydkirin, herweha Asûriyan bi şêweya "kesên bihêz" anku kesên mezin behsa Medan kirine û peyva masê di zimanên kevin ê Zagrosê da wateya mezinê dide ev hizir bi hêz dibe. Hêjayî gotinê ye ku di zimanê Pehlewî da jî ku dirêjepêderê Medî ye û pêşengê Kurdiya hevçerx e, "mes" tê wateya mezinê. Bo nimûne di vî zimanî da "mes-muxan" bi wateya "serokê muxan/mezinê muxan" hatiye bikaranîn. Aşkera ye ku peyva "mezin" (mes- mez-mezin) a ku di Kurmanciya hevçerx da tê bikaranîn û peyva "Med"ê varyantên hev in û di wan da guherîneke fonolojîk rû daye. Li vê derê wek zanyariyekê divê bê gotin ku hozên Medî navê "med" li xwe kirine, ne ku biyaniyan ev nav li wan kiriye.
Kurdî
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Di pirtûkên pîroz ên Cihûyan da ku ji bo serdema antîk wek belgeyên girîng tên qebûlkirin, çiyayê ku keştiya Nûh Pêxemberî li ser rûniştiye ku çiyayê Cûdî ye wek “çiyayê Kurd" hatiye binavkirin. Di şerha Tewratê da ya ku di sedsala Xem da ji aliyê Saadia Gaonî ve hatiye amadekirin weha hatiye gotin: "Keştî li ser Cebel Qerda [Çiyayê Kurd] rûnişt."29 Çawa ku li jorê hat gotin, di pirtûka pîroz a Misilmanan da jî heman babet bi şêweya "Keştî li ser [çiyayê] Cûdiyê rûnişt.” (Hûd/11, 44) derbas dibe. Ji vê jî tê fêmkirin ku heman çiya bi navên Kurd û Gutỉ (Cûdî) hatiye binavkirin.
Kurdî
Forma herî kevin a peyva Kurd di hezara sêyem a berî mîladê da di nav nivîsên mîxî yên Sumeriyan da bi şêweya “Kardakî" hatiye bikaranîn. Arkeologê Frensî Thureau Dangin (k.d. 1944) tableta ku "Kardakî" tê da derbas dibe, li devera Mezopotamyayê li bajarê Teluyê ku li ser wîlayeta Zîqarê ye û dikeve başûrê Iraqa hevçerx peyda kiriye. Peyva Kardaki di serdema kralê Xanedana Sêyem a Urê Şu Sîn/Gimil-Sin (BZ ~2040- 2032) da ji aliyê waliyê wî yê bajarê Lageş (Lagash)ê yê bi navê Warad Nanar ve hatiye bikaranîn. Ev peyv di tabletê da bi şêweya "Mat Kardaki" derbas dibe. Ji ber ku di zimanê Sumerî da “mat” watayên wek welat û deverê dide û paşgira "ki” jî wateya cih û zemînê dide "Mat Kardakî" dibe "welatê Kurdan". Di serdema kralê Sumeriyan Şu-Sîn da ji bilî Kardakiyê deverên Su, Gutiyum, Erbîl û çend deverên dî jî di bin desthilata wî da bûn. Li gor ku ji Asurologê navborî Dangin tê veguhestin, devera "Su"yê li başûr rojavayê deryaçeya Wanê ye û devera Kardaki ya navborî jî cîranê wê ye. Hêjayî gotinê ye ku di serdema Şerefxanê Bidlîsî da jî li devera Bidlîsê bi navê “sûy”ê kelehek heye. Şerefxan di berhema xwe da li du cihan wek keleheke ava ya Bidlîsê ku di bin desthilata malbata Şerefxaniyan da ye navê Keleha Sûyê dide.¹º Herçiqas di belgeya Asûrî ya navborî da Sû wek welatê Kurdan nehatibe binavkirin jî, çawa ku ji Şerefnameyê jî tê fêmkirin, ew dever welatê Kurdan e.
Kurdî
Yek armanc, Yek rêzan, Yek raman, Xebatê bikî, Ji bo Kurdistan. Ji bo îro, Ev gotin besin, Heke zanibî, Ji min bibhîse, Şîreta biran. An na, Dê bê 'xapandin, Ji dilpaqijî, Bibî part ji bo, Rovî û Guran.
Kurdî
Navê Kurd gotin kirine guneh wan divê bimir!... Lê em naxwazin xwe ji bîrakin divê em hebin, Herçi naxwazin bila biqeşin ewna tinne bin
Kurdî