Ez her gul bim, tu gulçin bî Ez bo te bim, tu bo min bî Gul û bilbil, keyf û sema Hemî gav û hemî dema ...
Kurdî
Ez her gul bim, tu gulçin bî Ez bo te bim, tu bo min bî Gul û bilbil, keyf û sema Hemî gav û hemî dema’
Kurdî
Reklam
Dinalim ez şev û roj Wekî bilbil ji bo gul Êş û elem hezar in Li min jana zirav e
Kurdî
Usa bike, bilbilê min Tim eşq dayne ser gulê min Û bistrê ji dilê min, Şêr ra dibêm -na
Kurdî
Dildarê gul î Dermanê dil î Tux weş bilbil î Û ez gulbehar im
Heta ko nîvê şevê Kesek nebû derkevê Pêta vîna sorgula’ Avêt cergê bilbila’ Ahenga nîvê şevê Kî kore ye, gul ne vê? Nêr û mê bûne gelwaz Hezar zincîr û perwaz Di gel melek û cina’ Suhbeta mêr û jina’ Pîroz kirin li me kar Ne carek, lê hezar car Baqên gula’ rêz kirin Ez û gul himbêz kirin Gul bi gulê geş dibûn Bilbil pê serxweş dibûn Govend û hunerbazî Hezar reng û awazî Mey ji lêvan mijandin Evîn li me şarandin Ne xewn e ez hişyar im Bêhna gulê ez xwarim Gul û bilbil nivistin Kulek di dil ne hiştin Merd e hunermenda min Tiştek ne ma ne da min Evînê em geş kirin Ji can û cendek kirin Kul û keser me der kir Derdê xwe çareser kir
Reklam
Reklam