naxwînim peyvên sivik ên girtî li ser birînan
bila bisoje pel jî gava dar şewitî û bû qirik
hiş bin ên di rojên karesatê da dibin zana
qey hêsantir e şikandina cêr ji çêkirina cêrî
kesera li golan barî navê dengê şikeftê ye
qayîl nabe bi çilmisîna xemê, çûyîn li dar e
gul radibin ser lingan û kelijî çelloya jakaw
na ku bêjî ez ê demê bikêşim ji şûna xwe
kerem ke, wa derveya beravêtî li derve fetisî