Mirov bi destpêka xweparastina li dij xeteriyên ji der ve bû mirov. Jiber ku xweparastina wî di heman demê de ew kir xwedi xiret û rûmetê. Ji wê û pêve mirov hebûneke bi xîret, bizaveke bi exlaq e. Helbet carina di vê xweparastinê de serneket jî. Birîndar bû, dil bû, bi çar alîyê ve hat dorbêçkirin. Yanê êdi xweparastina wî bê wate ma, jiber ku ew dorbeçkirî bû. Ev car mirov dest bi parastina dilê xwe kir. Parastina hest û xeyalên di nav dilê xwe de tengezar mayî. Yanê mirov ev car li dij dijminên hebûna xwe dest bi parastina zarokatîya dilê xwe kir.
Jiber ku şeref, xîret, anor, kesayet û hemî nirxên ku wan ew kirî insan, ev parastina zarokatîya wî bû. Wekî din her tişt çirok bûn. Helbet di vê parastinê de nirxên ku mirov pişta xwe pê dide girêdan gelek girîng bûn. Yanê cûdabûna mirov ya jî hemû hebûnên (maxlûqatên) xwezayê ji ev bû.
Nirxên ku pişta xwe pê dayî. Ev ne hêz bû, ne pere bû, ne jî tiştekî wisa. Jiber ku mirov di dîroka hebûna xwe de fêmkir ku ev yek di roja tengasîya rûmet û şerefa hebûna wî de çi pere nakin. Dil dimîne, helwesta dilsoz û zarokatiya mirov dimîne li ber pişta hebûna dawî de. Teslimiyet, yanê radesti, yanê kuştina dilê zarokatîya miletekî bindest, civakeke bê xwedi... Naxêr ev yek ji aliyê dirok ve nahête pejirandin.
Bersiva dirok wê giran be, wê bi wate be, wê heta dawi edalet... Gava mirov di tengasiya hebûn û nebûnê de dimîne du rê dikeve pêș: Yek ji van teslîmbûn e, yanê bendê xeniqandina zarokatîya di dilê xwe de bi xwe dirêjê celadê xwe dike û dibêje; "Belê efendiyê min, vaye ez berdestê te me, hebûna min qurbana hebûna te be." Lê li gel vê gotinê jî, lava dike, bi çi aweyî dibe bila bibe, bihête efûkirin.Jiyana wî ya heta niha çi wate û nirx tê de çênebûyî bihête bexşandin. Yanê efûkirina tişteki wisa dixweze ku ew ti caran di wî de