hevrîn

Puan vermedi·254 syf.··
2021 40. kitabı
Xwedî zarok bûn ne zehmetê lê zaroka xwedî derketin pirr bi zehmet e. Şaşîtîyên civatê ên di cîh de rûnîştî hene, em gelek caran van şaşîtîya dibînin jî wê hêzê di xwe de nabînim ku van şaşîtîyan biguherînin. Civat bi van şaşîtîyên xwe bandorê li ser malbata dike, malbat bi çavên kor bê xwe rexne kirin heman bandorê li ser zarokên xwe dikin, bipirranî dibêjin; me jî ji malbatên xwe wisa dît an jî me nedît bila zarokên me bibînin (bo nimûne; bav dibêje min 10 salê xwe de destbi xebatê kir bila kurê min jî zû bikeve jiyana xebatê an jî em nebûn bijîşk,endezyar bila zarokên me bibin...) her du nêrîn jî çewt in. Bingeha pirsgirêkên me bi pirranî ji zaroktîyê tê, kesên psîkopat,diz,kujer... hertim pirsgrêk ewqas ne ber çav in lê xwebawer nekirin, pixût bûn, zêde şermok bûyîn, bo her tiştî xwe suçdar kirin... Hemî ji malbatên bê tendurist tên. Dema bingeha van pirsgrêka dinêrin xuya dike ku di malbatên xwe de şideta fîzîkî an jî a psîkolojîk dîtine. Doğan Cüceloğlu dibêje ku; di hundirê me de du deng hene, dengê zaroktîya me û dengê dê û bavên me. Ku dê û bav di zaroktiyê de çiqas bandor ji zarokên xwe kiribin ev herdu deng ewqas dûrê hev dikevin. Lewma dema em li ser yek mijarî biryar didin, yekê zêdetir fikir ji me re bimantiq tên. Dengê dê û bavê resen difikire, ji bo pêşeroja difikire; dengê zaroktîya me xiyalperest e, afirîner e. Divê dengê van herduyan wekhev bin, yek li ser a din bikeve pirsgrêk derdikevin holê. Her ku mirov mezin dibin dengê zaroktîya wê/î kêm dibe kêm dibe û winda dibe. Divê em dengê zaroktîya xwe winda nekin,hay ji wê hebin ku bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ku mirov sedema pirsgirêkên xwe peyda bike dikare hêsantir çareser jî bike. Pirtûk qala mijarê biçûk dike, ewqas biçûk in ku mirov gelek caran pişt guh dike lê herwiha ev
Kurdî
İçimizdeki ÇocukDoğan Cüceloğlu · Remzi Kitabevi · 201710,3bin okunma
Reklam

hevrîn

, bir kitap okudu
Puan vermedi·254 syf.··
2021 40. kitabı
Doğan Cüceloğlu
8.8/10 · 10,3bin okunma
XWENDIN
Mirov bê hizirandin nikare bigihîje agahiyê lê bê agahî jî nikare bihizire. Mirov gelek caran bi pirtûka digihîje agahîyan . Pirtûk dikarin agahî bidine me lê nikarin ji dersa me bihizirin. Fikr di pirtûkan de nayên standin, em ji fikrên, me di pirtûka de nas kirî re biyanî ne em nikarin bibin xwedîyê wan fikrana ew ne ên me ne. Tenê em dikarin ji wan re bibin elçî. Lê dema em bi xwe hizirîn û bûne xwedîyê fikrên xwe bi xwe, wê demê em dibin şahê wan fikran. Fikr jî heya tam negihîjin dernakevin holê, serê mirov gêj dikin xewên mirov direvînin lê dema derdikevin jî tam di cîhê xwe de rûdinên, hemî bersivên me di tê de hene ji ber ku ew ên me ne. Gelek caran mirov ji bo fikrekî çend salên xwe dide, ku pirtûkeke bixwenda ê di demeke kurt de pirr hêsan bigihîşta wê fikrê lê tu carî biqasî fikrê mirov bi xwe bi qîymet nabe Mirovên ji hizirandinê direvin di demên xwe ên vala de pirtûk dixwînin, xwendin hizirandina bi hişê yeke/î din e. Çawa mirov dikarin bi devê yeke/î din biaxiwin, jiyanê bi çavên yeke/î din bimeyzînin herwiha dikarin bi hişê yeke/î din bihizirin jî. Ji mirovên wisa re feylesofên pirtûkan tê gotin, ew kes bi hezaran pirtûk xitim kirine xwedîyê nêrînên gelek nivîskar û bîrewer in lê bi qasî wan nas dikin ji xwe nas nakin, di hemî demên xwe ên vala de pirtûk dixwînin ku bila bikarin ji xwe birevin. Ku mirov bikare derkeve derve ji bayê, baranê, axê, avê, her nebatê... hîs bike ê çima pişt pencera wan temaşe bike! Halê feylesofên pirtûkan wek kesên pişt pencera ne.Tiştên feylesofên pirtûkan hemî ên destê duyem in. Divê mirov ji bo xwendinê dûrê jiyane nekeve. Jixwe xwendin ji bo em bikarin hêsantir bijîn heye. Agahî ji her mirovê re pêwist e û mirov nikare bi îmkanên xwe bigihîje hemî agahîyan,pirsgrêkên mirovan çêdibin an jî hin mijarên girêdayîyê
Kurdî
Erê bi navê xweda ez jî ji vê rewşa twîtterê jî û a 1k'yê jî pirr aciz im. Ka camêreke/î nivîsbarîyê dizane tuneye, bila ji me re sepaneke bi kurdî çêke ? Bila kesên wir bipiranî mîna kesên 1k bin lê mijar ne tenê pirtûk bin. Bawerim daxwaza min ne gelek e☺️

Serhevde

@Serhevde
·
Carna hin heval min rexne dikin. Dibêjin: "Ev der cîhê pirtûk xwendinê ye. Tu vê derê wek twitterê bi kar tînî." Erê rast e. Ez vê derê wek twitterê bi kar tînim ji ber ku ez twitterê pir hez dikim. Lê mixabin "time'a kurdî" ya twitterê min pir aciz dike. Kesên pir baş tê da hene, belê. Lê gelek kes an li pey fenomenbûnê ne, an jî li dû kur û qîzan direvin. Dema dikevim time'a kurdî, an qala çaya qaçax dikin, an dibêjin ez birçî me. Keçên por xelek, wêneyên xwe parve dikin û dibêjin: "Ax çok çirkinim". 15 heb mêr şîrove dikin: "Çok güzelsin gula çiya" Carna kurik wêneyên xwe yên bi cilên kurdî parve dikin, vê carê jî keç şîrove dikin û dibêjin: "Pır ğuşıke bebekâmın". Jixwe li wê derê her kes fîlozof e. 2 3 hevokan li rex hev dinivîse û dibêje: "bugünde böyle". Nizane -de cuda binivîse lê belê xwe fîlozof dihesibîne. Naxwazim dirêj bikim û we aciz bikim. Êdî heçê kesê min bi vî tiştî rexne dikin ez ê vê nivîsê jê ra bişînim. Ji ber ku êdî pir westiyam 😁
Kurdî
Dema mirov xwe winda dike hez kirin jî bê wate dimîne.
Kurdî