"hê min divê
hînî wê tahmê bûme
û elimîme têhna te
heyv sibat e
niha te sare
bibûma lihêfa te
bi tenê me
tenê, bêhedar im
û bi xwe nikarim
şeveke din saleke
tu baxilê veke
derî ez ê li dû xwe darim"
- Arjen Arî
Min behsa te ji Heyvê re kir
Heyvê ez guhdar kirim ,guhdar kirim, guhdar kirim...
Ziman nebû go du gotinê
Çav nebû go du hêstiran birijîne
We jî rengê xwe guhert