"ez yekî nîvçe
êvaran xwe temam dikim bi kevir û xweliyê
êvaran bi şewqa heyvê
û stêra ku ji bîrhatinên te dibare
navê min carekê li ser bihurînê hat nivîsîn
sewta min neh caran li ser nebihîstinê."
çawa dar û heyv û hewa mosîqaya xwe hene, mosîqayê jî heyv û dar û hewaya xwe heye, wek çawa golên avê mosîqaya xwe hene, mosîqayê jî deryaya xwe heye.
Heyv li esman zîz
Heyv danasê me;
Bi kul û kovan
Rûzer e, ji keserê
Wek humanîstên derewîn
Na nihê re li xeterê.
Bi me re xemgîr e,
Ji me re dilovan...
Heyv li esmanê Diyarbekirê
Klorekî şima
Ya me
Klorekî şima
Ji hingivê zeyiyên Zoveserê