nizanim bêjim de bi xatirê te
nizanim bêjim, de bi xatirê te
baweriya min bi xelasbûna evînê tune
terkeselatê rastiyê me, belakir û qewirî
bawer nakim dest, dev ji destan berdin
dijmînî têkeve nav du coteçavên melisî
û dil rabin û xwîna hevdu birêjin
çawa du çem xwe neavêjin çenga hev
lê dîsa jî tu dikarî li şevekê biqelêbî û
bidî bin lingan çi mabin ji meytekî
nikarim bêjim êdî min tu nevê
êdî sînga te ne perestgeha min e
wa Rindê, wa du heyv hene li asmên
yek ji xewê bawer dike yek ji xunavê
gava pêçiyên te biçingin di avê da
gava dêmên te li qorziya dilê te stirîn
ez ê xwêya ji qubeqazê mayî birêjim
lê nebêje "deriyan bi êşê qufle meke"
dikarî bifirrî ji hêlîna me ya şewitî
#k:307760sel Selîm Temo
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin.
Leheng/ Karakter:
Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên.
Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye.
Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Naskirineke derengmayî ......
Min Qurana xwe dît :)) Furuğ FerruhzadBaweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar
vegere bi min re
vegere bi min re
vegere ser destpêka cism
ser hêlîna bêhndar a yek avikê
ser lehzeya ku ji te afirîm
vegere bi min re
ez nîvco mamê ji te
aniha kevok
ser lûtkeyên memikên min
bask vedidin
aniha li nav qozeya lêvên min
perperokên ramûsanê
diponijin ser fikra fîrarê
aniha mihraba laşê min
amade ye bo sicdeya evînê
bihêle di penageha şevê de ducanî bim ji heyvê
bihêle da tijî bim
bi dilopên piçûk ên baranê
bi qelbên hîn negihîştine kamiliyê
bihêle da tijî bim
belki evîna min bibe dergûş bo welidîna Îsayekî din
"hêvî û bîrewerî, bi qasî ronahiya heyvê nêzî mirov in." (rûpel: 15)
'Handa' pirtûkeke çîrokan a giranbiha ye ku her çîrokên wê derîyekî nîpnû û kûr vedike.
Kulîlkên Ezêb
Helbest, di nav hêwirzeya jiyanê de bêhnvedaneke bêhempa ye.
Helbestvanek carina tehma jiyanê lê carina berevajî jana jiyanê gelek spehî tîne ziman. Gava min Kulîlkên Ezêb xwend bi vî awayî di bandora hestan de mam.
Bi saya guhdarîkirina Yunus Dışkaya gelek helbestên ku pirtûkê de cih girtine haya min jê hebû wekî ; Gulê, Heyv û Stêr û Pehîz. Lê belê helbesta Kulîlkên Ezêb min cara yekem bû dengê hunermend Temo guhdarî kir êdî çend rojan ji bilî Temo û Kulîlkên Ezêb hemû stran qedexe ne :)
youtu.be/xyD9OCX8MNg
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 1998136 okunma
-Yazarın ne anlattığından çok sizin ne anladığınız önemli bu kitapta..
-Tam bir dönüşüm içerisinde olan bir girdap. Acaba dönüşüme gerçek anlamda uğrayan Gregor Samsa’ mı yoksa çevresindekiler mi ?
-G.Samsa’yı hayal kırıklığına uğratan fiziki dönüşümden çok çevresindekilerin verdiği tepkiler bence. İnsanı maneviyatın daha çok yıprattığını anlatan bir eser. #Heyv