Gelo wext hebe mirov parek ji cesedê xwe nasneke?
10/10
·148 syf.··
Beğendi
·
2024 89. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 19 Kasım 2024 00:21
"Parek ji cesedê min ji min re diaxive" Ji mejîyê mirov da goşeyên Tarî hene lê hewceye mirov ronî bike. Serikê sîrê di erdê ra parastî be hûn ê bixwazîn derînî û li pêş çavên mirov spî bikîn gelo? Min ê ji erdê derxista û belê pêş çavê mirov ji spî bikîra. Ji bo kû bimrim ji bi dilek aram bimrim. Ev pirtûk mirov geh dibe cihên tarî geh dibe cihê ronî. Hinek pirtûk qet naxwazim dawî lê were ev dû car e ez dixwînim, her car ji xwe ji cihê dûr û kûr dibînim. Hêvî dikim kû hûn ji bixwînin keyf jê hildîn.
Kurdî
Goşeyên TarîKovan Sindî · Ronya Yayınları · 20233 okunma
10/10
·240 syf.·
2024 28. kitabı
Heger hun gel Kurda bibin heval, hevalên wek ê Kurd hun nabinîn lê heger ku hun bibin dijmin Kurd Heta dawiyî dê ber xwe bide û şer bike û me we pirtûkê da dît ew mijar û ixanet bimre ixanet.
Dımdım KalesiEreb Şemo · Dara Yayınları · 2019610 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
8/10
·271 syf.··
Beğendi
·
2021 29. kitabı
·
33 günde okudu
·
Okunma: 11 Temmuz 2021 22:20
Dema vê pirtûk min dixwend ez pir kêfxweş dibûm :)).(Ez nizanim lê, pirtûk ê ji qû derê bibînin bixwînin). #Pir î Mehmet Dirêj dibînim bes e ! Ewqas xebardan û xelas :D . Em dest pê bikin û Bîsmîllah ; Te dî waxta mirov mirovekî tinaza dike ( nikûldirêj,pozbilind vs.) ev peyv ji ku tên min ve pirtûkêda wî dît .Biçûk biçûk çîrok têda hene ,ev pirtûk mîna çîrokek perîkî diherike .Welle ez çixas pêsnê wê bidim jî bo min ewê nîvcî bimîne. Ez zû zû pirtûk a dîsa naxweynim lê ezê vêya dîsa bixwînim.Dema cîkî vê pirtûk ê bibînim belkim çîrokên wî ney bîra min lê ezê bibêhim 'welle zehf xweş bû' . Min nexweş nivisandibe min biborînin :). Medê xwe xera nekin û tiştek tinebe jî hama bikenin ; xwe baş binêrin :).
Kurdî
HerdemciwanêEslîxan Yıldırım · Diyarbakır Kürt Enstitüsü Yayınları · 20093 okunma
"DİÊŞİYA" DİÊŞÎNE
Puan vermedi·79 syf.··
2021 11. kitabı
Serê lêkolîne de bibêjim ku, ez çi jî di derheqa vê pirtûkê de bibêjim ê li gorî dilêmin kêm bisekine. Diêşiya, ji weşanên "Belkî" sala 2013 de çap bûye, ji 80 rûpel û bi 3 beşan ava bûye. Beş 1: Evîn Carînan îhtimala nehatina hinek kesan, ji mirova ra gelek dijwar tê. Ew kesên ku ne nehatina wa, îhtimala nehatina wa. Çimqî mirov hêvîyên xu, azadîya xû yanê bi qurtî mirov jîyana xu bi hinek kesan ve girêdide. Û ji ber wê ye ew îhtîmala nehatînê tenê jî, mirovan dîn dike. Rênas bi van hevokên xu yên bi navê helbesta wî " Tu Neyê Ez Ê Bimrim" zehf xweş anîye ziman: "Lê ger dîsa jî Tu nexwazî ku stranan bixeyidînî ji dilekî gurî, Ku bi girî vekî ruhekî kurmî, Ku êvaran bicehimînî ji emrekî meliqî, Ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî Li îhtîmala nehatinê nefikire nebî nebî!!!" (rûpel 16) Hin kes hene di jîna mirovan de wisa cîhekî bi qîmet wisa bi qîmet digire, ku heta ew kes hêja li jîyanê ye mirov hay bi wî cîhê bi qîmet nîne, lê piştî ew mirov ku koç dike cîhana rastî, hêja nû mirov fehm dike ku ew kes çiqas kesekî bi qîmetdar bû lê êdî xwezîyên mirov feyde nake mixabin. Ne ew tê, ne ew bîranînên ku te bi wî kesî ra derbas kir ji hişê te diçe û ne jî jîyana te nabe weka wê jîyana te berê. Edî her dem ên mirov bi xwezîya wî kesî derbas dibe. Rênas jî bi navê helbesta " Min Dixwest Ku Tu Hebî" tu divê qey ji nava dilêmin derketîye û nivîsîye. "Ezbenî! Guh medê, bi Xwedê ne hêja ye ti tiştî Axir tu mirî! Lê min dixwest ku tu hebî û wek stranên ku bêhemd dike tin ser zimanan ji nişkê ve tu disa bijî û bi dengê xwe yê ketî ji jina sed bavê her tiştî re sixêfan li dû hev rêz biki. Haho, gava tu têyî bîra min hundirê min qul dibe; gava navê te tê ser zimanê min, zimanê min kul dibe; gava êşa te tê bîra min rêviya min a zêde ji zoran diteqe!" (rûpel 18) " Bi
Kurdî
DiêşiyaRênas Jiyan · Belki Yayınları · 2016143 okunma
Çênd şîroveyên Roşan Lezgîn li ser Gûlên Şoran
8/10
·184 syf.·
2021 10. kitabı
Roşan Lezgîn "Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012). Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal mamostatî dike lê di dema rejîma Xumeynî de ji ber fikrên xwe yên sîyasî ji kar tê avêtin. Hîn di xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, kitêba wî ya pêşîn Zirîke (Qîrîn) di sala 1993 de weşîyaye. Gelek wext e kitêb li cem min e lê hîn nuh firsenda xwendinê çêbû. Ji bilî kitêba çîrokan a Hesen Qizilcî (1914-1984) Kenê Parsek (Avesta, Îstanbul 2001), ev dibe romana duduyan ya xelkê me yê Rojhelatê ku ez dixwînim. Ya pêşî romana Rehîmê Qazî (1925-1991) Pêşmerge (Nûdem, Sotockholm - 1997) bû. Mamosta Ziya Avci romana Pêşmerge gelek xweş wergerandiye, min bi kêfxweşî xwendibû. Şikrîya Salih û Firat Kelehkî çîrokên Hesen Qizilcî wergerandine ser kurmancî, wergera wan jî gelek baş e. Lê xwendina metna kurmancî ya "Gulî Şoran" bo min gelek zehmet bû. Qedera me kurdan e, çend zimanên me hene, em mecburê wergerandinê ne. Lê dema ku werger xirab be, xwendina metnan dibe ezab!... Çîroka romanê di dema şerê cîhanê yê duyem de li rojhelatê Kurdistanê derbas dibe. Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." dest pê dike. Ev îfade di hişê xwendevan de meraqekê çêdike. Û jixwe êdî di seraserê romanê de nivîskar dilebite binê vê hevokê tije bike. Serqehremanê romanê Las, piştî panzdeh salên windabûnê vedigere tê mala xwe. Berîya çûyînê bi keça mamê xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye. Lê ji ber ku Las beşdarê prosesa Komara Mehabadê bûye, piştî ku artêşa rûsan vedikişe û
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201210 okunma