Simmm simmm Simaîl!
...
Peyveke pêşiyan e, wan gotiye wan hiştiye: Kûçik hestî dixwe, hesabê qûna xwe dike. Ya min jî tiştekî wisa ye. Di bernameyeke di raboriyê de pêkhatî, -Komelaya Çira li Amedê amede kiribû- min ev got:
Ez bi girr û înad li ser vê xakê mam. Derfetên ku sed carî karibim herim û venegerim ketin destên min. Min weke wargeh, weke jîngeh, weke stargeh her ev ax hilbijart.
Lê, ne mecbur im ku li vir, li ser vê axê, di nav we de bimrim. Bindestiya min qetek ji bindestiya we ye. Ez bi xwe azad im; azadekî li gel we hêsîr! Û hûn qet ne mecbur in ji min hez bikin; ji ber ku ez ji vê axê û ji we hez dikim.
Ez ji bo xwe û jixwe ji vê axê hez dikim. Ne ji axê bi tenê: ji kulîlken li ser vê xakê, ji hewaya wê, ji roj û şeva wê...xasma ji çiyayên wê; ji dar û deviyan, ji zeviyên rû-nîsan, ji gundên mil-perîşan...
Hez nayê bazarê, û ne ya bazarê ye.
Hez ku ket bazarê, û ket ber bazarê dê navê wê hezê bibe gewendetî!
Heza bi bazar hezeke kirêt, gemmarî, heta tu bibêjî bes, nicis û lewitî ye!
Bostek axa min nebe jî li ser vê axê, dawiya dawî bi qasî cihê gornekê bi pahra min bikeve jî min jê hez kir; ne li ser, ne li ber min tu bazar pê re û bi kesekî re nekir!
Min xwest xwe pirr bikim: bêje bi bêje, rist bi rist!
Weke her bûnewerî ez jî bi hezê pirr dibim.
Ji min hez neke jî ez ji yarê hez dikim.
Li ber paca min her sihar kereçkî nexwînin jî ji çivîkan hez dikim.
Her ku kulîlkek darhinarê sor sor diteqe di serşaxa xwe de, ez pê re ji sorahiya kulîlkên nîsanê jî hez dikim.
Hez dareke bilind û qayîm e li gorî min, dareke pirrşax û pirrgulî. Ku ji vê axê hez kiribim/bikim jî mafê min e dil bidim yeke lêv-erxewanî, çavreşeke awir ewr-Qerejdaxî, sêngesmereke kihêl, meş seglawî...
Lê hûn...hûn ji kerema xwe, bo ku ji vî welatî hez dikim,