4)Metika min û birayê min yê biçûk hatibûn hevdîtina min.Metika min herî dawî dema ez li zindaneke din bûm , bi rehmetiya pîrika min re hatibû hevdîtinê.Piştî ewqas salan bi dîtina wê û birayê xwe ez kêfxweş bûm.Birayê min digot:"Dîmeneke nûh yê zîndana Amedê derketiye.Ev çend salin avêtine înternetê.Di wê dîmenê de axavtina Rêheval M.D. a dîrokî jî heye "Li gorî birayê min behs dikir ,berî hevalê M. bavê min diaxive.Min ji birayê xwe pirsî"Gelo bavê te çi dibêje?"Wî jî got: tenê nasnama xwe dibêje; nav,paşnav,karê xwe û hwd.Bavê min karê xwe weke tamîrkarî tîne ziman .Hê jî tamîrkar e!Di wê kêliyê de metika min kete navberê û behsa bîranînên rehmetiya pîrika min kirin.Wê demê ango di 12 ê Îlonê de ji ber ku bavê min jî di zîndana Amedê de girtiye pîrika min bi tevî dayikên din re ji bo zilm û zordariya li ser girtiyan rabe li ber deriyê zîndanê dikevin greva birçîbûnê .Pîrika min bi xwe re îsota tûj (pul biber) jî dibe.Ji bo ku di êrîşekî de biavêje ser çavên leşkeran .Min van bîranînên rehmetiya pîrika xwe nezanîbû.Bi fêrbûna van bîranînan re ez pir hestiyar bûm û min di dilê xwe de got:"Teqez dewlet îsota tûj ji pîrika min fêr bûye."Vê hevdîtinê bi min re hest û hestiyariyek cuda avakir.Di nav malbata me de ji pîrika min re digotin"Fata Reş".Jinekî asî bû weke dîroka û kevneşopiya li ser navê wê.Piştî min ev bîranînên wê yên serhildêr bihîstin ,min xwe bi xwe got:Hûn her hebin û her bijîn Fatên Reş....(Wê berdewam bike)