-Gulbend. Dilê min bi tu Jinên bedew ve tune û Ji te delaltir Jî kesek nîne. Lê heçîka em Kurd in, di mala bavê de naçin ba qîzê. Ew îş, Ji toreya me der e. Îcar ez dixwazim ku herim welatê xwe. Lê ev çend car in ez destûr Ji bavê te dixwazim Jî, nade. Tiştê ku ez Ji bavê te fam dikim, ew dixwaze ku ez li vir bimînim. Lê gava ku ez Ji bo Jinekê li vir bimînim û neçim welatê xwe, heta ku dinya ava be wê xelkê me lanet li min bibarîne û dîrok Jî li min nabihure, wêmin rûreş bidêre.Ewçax ez çêbûbim çiye û nehatibim ser ruyê dinyayê çi ye? Lê karê bi şeref û bi namûs ewe, ku piştî mirinê xelk behsa mîza xwe Ji kêlika mirov re neke.
- Wîîî! Hey Rêzanokê min. Delalê dilê diya xwe, şêrînê dilê bavê xwe, ezîzê ber dilê xelkê xwe, evîna dilê kezîzeran, merhema devê birînan, derdê dilê xemgînan, rêwiyê riya bêçûnan ...