Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Ji pirtuka min
Min bi baxşîne min go dibe mirina tê li ber parestina çoka min be Çi zanim... Çi xeyalê min ê xweşik hebun min tu têvlî wa di kir Û her tim di nav wa xeyelan da destê min deste tê bu...
135 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
Xebatek xweş
Bi rastî pirtuka yekemîn şano bi Kurdî hi ev pirtûk. Û peyama wê ku derheqê sofî (mela şêx)ên sextekar de gelek tiştên rast û dijwar gotiye molliere. Em baş lê binêrin li civaka me Kurda de yên wulo qet kêm nebûne mixabin...:( nizanim heye yan tune yeê zehf dixwazim eynî weke dîyaogq pirtukê sêra şanoyé bikim.. yên ku dîtibe dikare ji min re bibêje.(bawerim inş hebe.) Zahf giran jî nîn e. û wergerî jî pîroz dikim ku gelek xweş û geş vergerandî ye... SERKEFTIN ji boo xebatên mîna vê...
Tartuffe
TartuffeMolière · Aram Yayınları · 2002482 okunma
Reklam
70 syf.
·
Puan vermedi
·
28 saatte okudu
Kerr Û Kulik. Min çawa navê pirtûkê xwend min got qey behsa evînekî dike. Lê ne wisa ye. Pirtûk qala 2 birayan dike. Şerê 2 bira û 7 xalên wan. Ev şer li ser hespekî bû. Bilêcan, hespa Elîsarî Gêsî. Li ser vê hespê 6 xal Kulikî kuştin. Û Kerr jî ji bo heyfa Kulikî 6 xalên xwe dikûje. Ji hemûkesan re pêşniyar dikim ku bila vê pirtûkê bixwînin. Him bi zimanê me ve ye. Him jî pirtuka dengbêjîyê û kilama ye. :)
Kerr û Kulik
Kerr û KulikAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 201634 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Pirtuka ji çîrokan hev tê. Çîrok tiştên hatî jiyîn, bihtir serhatîyên xwe yên Ewrrupayê nivsîye û her yek li nava xwede xwey wate û peyamekê ye. Pirtûka yekemîn a Hesenê Metê min xwend, min zimanê wÎ yê li ser Kurdî ya moderîst eciband û peyvên wî yên xwerû û serbixwe gelek baş dît. Pêşniyar dikim û baawerim ku paşêrojê de ezê bihtir Hesenê Metê bixwînim. Û her wek carên din: Xwendin Xwendin Xwendin Serkeftin.....
Pêsîrên Dayê
Pêsîrên DayêHesenê Metê · Peyvvend Yayınları · 201429 okunma
72 syf.
·
Puan vermedi
Gelo mirov di xewnên xwe de çawa dikare bijî? Gengaz e? Ihtimalekî wusa heye? Piştî xwendina pirtuka "Xewna Pîrepindan" a Şêrzad Hesen, ez mikur dikim ku hin mirov dikarin di xewnên xwe de bijîn. Şêrzad Hesen bi awayekî wusa qala xewnan dike ku zehmet e ku mirov baweriya xwe bi wî tiştî re neke. Xewn ne tenê xewn e. Xewn rastiyekî jiyana mirovan e. Xeta di navbera xewn û rastiyê de rabûye û xewn û rastî tevlihev bûne. Di romanê de serleheng di jiyana rast zêdetir di xewnên xwe de dijî. Ev jiyan ji şeklê mirovan zêdetir di şeklê ajalan de dijî. Serleheng dema ku radiket wek mirovekî asayî radiket lê di xewna xwe de insanetiyê derdiket dibû ajalek. Dibû şêr, dibû gur, dibû çûk... hwd. Di dawiyê de jî ew û jina xwe di xewnê de dibin Pîrepind (pîrhevok). Piştî vê xewnê çîrok dest pê dike. Li ser xewn û têkiliya pîrhevokan rastî û xeletiyên jin û mêran dinirxîne nivîskar. Pirtûkekî sosret. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên Şêrzad Hesen xwendibûn. " Hesar û Kûçikên Bavê Min û Jineke Xinanî" Ew jî pirtûkên sosret bûn. Di nav van her sê pirtûkan de "Hesar û Kûçikên Bavê Min" min gelek hez kir. Ew kesên ku dixwazin Şêrzad Hesen bixwînin bila pêşiyê dest bi xwendina Hesar û Kûçikên Bavê Min bikin.
Xewna Pîrepindan
Xewna PîrepindanŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 20116 okunma
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Nêzî deh sal ewil min ev pirtûka xwend. Sê roj ewil dîsa min dest xwendina vî pirtûka delal kir, û îro qedant. "Bawerim mirov çixwas mezin dibe, pirtûk û mirov jî hewqas tê guhirandin." Ev gotina ji min ra wek şiare kî ye ji bo wî her tim pirtûkê kû min berê xwandine dîsa dü'yem sê'yem dixwînim. Em werne vekolîna pirtûkê! Gele vekolîn li ser vî pirtuka delal hatîye nivîsandin, ez jî dixwazim çen gotina binvîsim. Ev pirtûk ne tenê romane çixwas roman be hewqas dîroke. Kê dixwaze. sîyaseta dewletên mezin, qirkirin, koçberî û şerê qirêj. ê wî demê hîn bibe piwîste vî pirtûkê bixwîne. Dema mirov vî pirtûkê dixwîne. Dirok, berxwedanî, rewşa welat, feqîrî û evîn li ber çavan wek jîyana zaroktîya mirov derbas dibe. Daxwaz û xebatên Memduh selim beg azadkirina welate. Ji bo ev daxwaza wî were cîh emrê xwe. "Bi feqîrî, bi belengazî, bi hisreta welat, bi êş û jan, derbas dike. Ev pirtûk jibo wêjeyame pir hêja ye bixwînin û bidin xwandin.
Siya Evînê
Siya EvînêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20146,5bin okunma
18 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.