Metafora çarkûçê Nietzsche, ji boy lêpirsîna nirxan û afirandina nirxên nû bangawaziyeke.. Bi vê metaforê Nietzsche, şuna qebulkirina nirxên mirovan yên niha, riya rexne û lêpirsînê vedike. Belê, emê çawe bikaribin metafora wî bikarbînin?
1- Nirxan lêpirsîn bike.
Metafora çarkûç, teşfiqê hêjandina nirx û exlaqê civakê yên mewcut dike. Şuna ku tu van nirxan qebulbikî, redbike û rexnebike. Bi fikire ku ev nirxên henê çawe û çima sazbune û cihgirtine. Fikrên serbixwe û nirxên bixwe bi azad avabike.
2- Li ser resenîyê bisekine.
Nietzsche, avakirina fikrên nû û bihêz teşfiq dike. Şuna ku bi çavekî tarî, şopandina ramanên kesekî din, ramanên ezitîya( xwebuna xwe) bîneziman.
3- Nêzikatiya rexneyî!
Metafora çarkûç, fikra rexneyê esas digire. Girîngiyê dide; lêpirsîna angaşt û baweriyan, nirxandina delîlan û mêzekirina perspektifên cuda. Fikrên rexneyi, nêrinên te û yên dinyayê didane ser bingehek saxlamtir.
4-Teşfiqa afirîneriyê bike!
Nietzsche qimet dide afirîneriyên nû. Afirînêr be, nêrînên xwe, projeyên xwe xepatên xwe vegotinên xwe yên hûnerî bi qenç derxîne holê. Afirinerî, dibe sedema derketina nirxên nû û dibe sedema vegotinên resen...
Ji pirtuka Nietzsche Ecco Homo/
Wergerandina wê ji aliyê min hatîye kirin.