10/10
·104 syf.··
Beğendi
·
2026 3. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 18 Ocak 2026 14:23
“Nowa” ne tenê çîrokekê vedibêje ; ew bi heman demê de aloziya hundirîn a jinekê, jiyanek ku di navbera tezgaha metbexê û xeyalên wê de asê maye bi zimanekî estetikî temsîl dike û hemû hestên mirovatiyê -keyfxweşî, xemgînî, bêhevîbûn û hwd. - geş dike. …. Ahh Nowa, tu hundirê min de bû jineke nemir…
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
"Nowa": Qîrîna bêdeng a jinekê...
Puan vermedi
Pirtrûka “Nowa” ya Eyşana Beravî, di sala 2025 an de ji aliyê Weşana Avesta ve hatiye çapkirin. Çîroka rêwîtiya hundirîn a jinekê vedibêje. Dema ku ew di dehlizên rabirdûyê xwe de digere, guh dide dengê xwe yê hundirîn jî. Berhem ji destpêkê heta dawiyê bi monologeka lehenga me diçe. Leheng bi bîranînên xwe, zarokatiya xwe, diya xwe û ji her tiştî girîngtir bi siya bavê xwe re diaxive. Ev axaftinên hundirîn carinan vediguherin ramanên rêwiyek westiyayî di trênê de û car- car jî vediguherin axînên tirsnak ên jinekê li ser paldanka diranan. Atmosfera romanê bi xemgînî û rageşiyeke hundirîn a tund hatiye hunandin. Bêhna pîvazan, paldanka diranan, mirin, name û trên… hemî di bîra karakter de wekî bîranînan deng vedidin. Bi taybetî jî, tuwanca tacîzkirina bavî di paşxaneya nivîsê de tebeqeyeke êşê ya domdar diafirîne. Ji bo leheng, her bêhn, her deng deriyê trawmayê vedike. Ji vî alî ve berhema Nowa yê bibandore; nîşan dide ka bîranînên tepeserkirî çawa ji nû ve derdikevin holê û vediguherin beden û zimanekî li ser mirov. “Bes e te memikên hişê min mêtin…”(rûpel 90) Zimanê hevala Beravî helbestî ye, car carna nêzîkî lîrîzmê dibe. Lê mixabin, ev zimanê helbestî carinan di vegotinê de valahîyan diafirîne; hevok mîna giravan dûrî hev xuya dikin. Dibe ku ev valahî hilbijartinek hişmendî ya nivîskar be: dibe ku ew dixwaze perçebûna hişê leheng û ezîtiya wî ya belavbûyî bi awayekî teşeyî vebêje. Ji ber ku roman ne wekî yekîtiyeke vegotina klasîk e, ev berhem bêtir dişibihe ceribandineke herikîna hişmendiyê. Her ku leheng difikire, em xwîner jî dibin govana ramanin wê. Yek ji aliyên herî balkêş ên romanê ew e ku ew mijarên penaberiyê, parçebûna malbatê, biyanîbûn û koçberiyê di asteke navxweyî de honandiye. Xuya ye ku çîrok li welatekî Deryaya Spî li parzemîna Ewropayê
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
Reklam
ZİMANÊ HEVPAR
Puan vermedi·136 syf.··
2025 14. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14
HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez “Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)” Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were. Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî. Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê. Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî
Kurdî
Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên DinRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 202415 okunma
Jiyanek kû bêjîyane …
Puan vermedi·144 syf.··
2025 10. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 24 Haziran 2025 17:42
Jinek kû hîn nemiribe çewa dibe mirî ? çima ew bûye mirî? Gelo çi bi serê vê jinê hatiye kû rabirdûya xwe ji bîr kiriye ? Ew jin di kîjan demî dijî ? Li çend welatan dijî di heman wextê de ? Ew jî wek me li pey van pirsan tevdigere ew jina dilbikûl kû dixwaze hare paşeroja xwe û ew paşeroja xwe dixwaze bîne wî wextê kû têdeye . Li stenbolê li cihangirê jineka hestên wê tevlîhev . Li vê gerdûna mezin û bêhempade ew cîyek ji xwe re digere .Gelo wê dikaribe cîyek î ji boy xwe bibîne ? Berhem bi van pirsan diherike û nêzî kû pirtûk xilas bibe ev berhem sîleye kî li me dixe . Şîmaqek henûn,trajîk ,bi keder ,hişk li me xwînera dixe kû em dikarên bibêjin ne bi vê jîyanê bi hezar mirinê . Ev roman çîroka qewmekî ye . Kû ev qewm ji derd û kûlan xilas nebîye . Ev roman romana milyon kesane kû li ber çavên wan delalê dilê wan hatîye kûştin . Kû dr. Ahmet Kaya ew jina kû lazime bimire ji ber kû mirin ji mayîna jîyanê ji boy wê çêtire dibêje : “Hevalnoooo bêhna xwe dide bêhnaaa xweee…Xwezka bimiryana wê bi vî derdî çewa bijî “ Di rûpelên dawîde hêstêrkên we wê bibin baran û bibarin , wê dilê we biperpite , wê hengilorka we tije keser bibe , wê zimanê we ji devê we bixwaze derê û bibe werîsek , wê dilê we bixwaze hestûyên singa we bişikîne û wê bipeke ji vê gerdûnê bi lezeka fûzeyê derê , wê Îsrafil li sûra xwe de , wê destpêbike qiyamet , wê dê ewladê xwe bavêje , wê yekî din li sikakekî şêrekî bavêje nav hesinên zengarî … Ev çi jîyanek gemarîye ev çi belabûnek e kû bi serê welat hatiye ev çi rojhilat û rojavaye … “Ên kû ji boy xwe azadî dixwazin lazime ne ji boy xwe tenê bixwazin . Di vê cîhanê de ne hûn tenê hene “ dibêje Jana xanim. Bila êdî em nebînin van keseran . Bila tûnebin ew Alanên kû wek balînayan bi avêre diherikin … Ev berhem min gellek hestiyar kir . Jana xanim
Kurdî
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202139 okunma
10/10
·104 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
·
24 günde okudu
·
Okunma: 23 Mayıs 2025 16:23
Balindeyên dilhênik vê carê lap şerîdine, bune qêrîn ketine gewriya şevê :Bi rêwiyê şoreşker, bi tramvayê takekesî, malbatî û civakî,şerê hebûnê, xîzanî, bêzarî, tunebûn û wunda bûn. Her çîrokek portreya hêleke civakî û rewşa welêt e. Dibe ji ber wê ye berhem serdanpê tijî tirs û xof û bêzariye. Nepenî an jî eşkere, di pişt perdê de babeta sereke şerê, Îran û Îraqê û ê Kendavê ye. Alîkî va,bandora wan şerê giran a li ser Kurdan: Tekoşerê Kurd ê ku hatine desteserkirin ê ku hatine windakirin.Alîkî din va hevokên xwe wek tevneke tingûz, arxaîn arxaîn lê kirî,xwêner wetrê hevokekî jê derxe nexş û nemûşê tevnê têk here. Xwêner bi şayesandin remze û metaforên ( #274081375)cihêreng wusa kaşî nava atmosfera çîrokan dibe. Destê xwêner dinya derve diqete. Çawa ku Kurdistana me azade, tu dert û kûlên me'y netewî tunene. Em jî wek hemî xelkê dinyayê ketine derd û keserê takekesî. Bawerim cara yekemin e ez wek xwêner ketime nav van xem û xeyalan. Hesteke pir xweş û balkêşe. Bi min axiriya van herdu hêmanan xwe gihande"Berxwedan jiyane " yê. Nehayî wek her car çîrokên xwe bi hêmanên çandî ( "Porê xwe yê spî bi diyarî dihûnim. Bi kes û kar û xelkê nîşan didim ku bêbavtiya wan tê dernakeve, bê Fetah nînin.")xemilandiye. Bi karanîna ziman dîsa hêmaneke din a balkêşe (#274007080) Di çîroknûsiya Eta Nehayî de yek ji a herî berbiçav û kêfa min jî pir jê tê nediyariya dem,cîh û rewşê ye. Yekî zêdetir vêbêjer heye rêbaza dahatu(lashforward)û a rabirdu(flashback) dem û dewran dikevine rêzikeke xweser û rastiya efsûnire çav diqirpîne. Heta vê carê karakter bi miriyan re jî xeberdide(Nekromansi) Di nava van hêmanan de Çîrokbêj ev çîrokbêj be,çawa û çima divê filankesê got nizam bêvankesê got.Ev jî pir
Edebîyata Kurdî
Qêrînek Di Gewriya Şevê DeEta Nehayi · Avesta Yayınları · 202410 okunma
ANATOMÎYA BERHEMEKÊ Pirpizêkên bizdok-Esra Sağıroğlu
Puan vermedi·80 syf.··
2025 5. kitabı
Berî berhemeke helbestan bixwînim herî pêşî li klîşe û şablona mîzanpajî, li şiklûşemala kitêbê dinêrim. Ev berhem, nola hemû berheman bi klîşeyeke mîzanpajîyê hatîye amadekirin ( ji hin helbestên bijarte yên cîhanê mînak nînin, gaveke baş e). Mînak: kitêb dîyarî kesekê bûye, ev klîşeyeke edebîyatê ye. Her rêzik bi tîpa mezin dest pê dike (li hin deran hatîye jibîrkirin) 1- li vê berhemê “Zimanê helbestê” heye mînak: Zivistanên efsûnî telpeyên ewran şerê qulofîtkan Pirpizêkên bizdok Rûhistînê bizdonek Kenê bitirs sîyek lerzok poşmanîyên derengmayî Serê tivingên hevokan Qeysa lematek Kelehên jinebî Xewna çingo Dantêlên nazbalîfan 2- Klasîkeke helbesta kurdî heye, bikaranîna tasvîrên bi endamên bedenê; Li vê berhemê ne gelek bin jî hene. Mînak: singa bextewarîyê Singa êvarê çengê payizê Enîya êvarê porê şevê lingên xweşbîniyan lêvên wehş, devên tacîzkirinê Qiraxê çavê
Pirpizêkên BizdokEsra Sadıkoğlu · Avesta Yayınları · 20255 okunma
Reklam
Reklam