Loriyek diherikî di şevê de
qêrînek xwe radipêça li deşta Baraké
bayekî mizgînî dibir ji dilên winda re
xêzek din diyar bûbû di eniya
Dayika Uveyş de
mizgîniya pêşin bû ew qêrîn
tirêjê destpêkê yê rojên bi hevî bû
zayîna pêşin a sterka hezkirinê
û tirsa pêşin a rûqilêrên Nemrûdan bû..
"Lori lori berxê min lori..."
Pimê bêrîkirinên bêdawi
tên kişandin
stranek datîne ser pêta agir
navê wê azadî
ji Mazlûm, Zekiye, Ronahi
û Bêrîvanan re hatî diyarkirin
Evîn dibin stran
ji rojên asûde re
dişewite hemû çûyîn
tenêtî
metirsî
û bêdengiyên me
dibin xwelî
di wê rojê de
di Newrozê de
Newroza dilagir
rengê azadiya gelê Kurd
her roj geştir dibe agir
her roj nêzîktir dibe azadî...
Li hespê boz siwar dibe
poperiskên wî ba
datîne xurcezînê
bêhna xwe ya sar û mirinê
li pey xwe nanêre
koç dike diçe zivistan
Bi destên xwêdandayî
dikeve rêyan lez bi lez
gula sipsipî ya hêviyê
bi hêstirkên pêşîn
dihûne jiyanê
hêdî hêdî bihara rengîn tê
Li Bozê Rewan siwar dibe
ji welatê efsaneyan
Memê Alan tê
bi evîna Zînê
peyre ji Kawayê Hesinkar tê
ê agirê pêşîn pêxistî
Agirê Newrozê
li sekûçka atêşgehan
hatiye jiyanê
di dergûşa evînê de
bi loriyên Kurdi
hatiye mezinkirin
keçika xweşik a parastgehan
buka nazenîn a serdemên qedim
bi paşila tijî hêvî tê
dema tu tê yî Newroz
Roj tên mijandin
di kenê te de
behr tên razandin
rûheyva welatê min
keçika serê çiya
wêneya serfiraziya min e kenê te
wêneyê hêviyê
wêneyê hesretê
dilovaniyê
ev kenê jiyanê ye
azadî dikene
û mirin dimire.