Zeze

Zeze
@jiyan_
Lori
Loriyek diherikî di şevê de qêrînek xwe radipêça li deşta Baraké bayekî mizgînî dibir ji dilên winda re xêzek din diyar bûbû di eniya Dayika Uveyş de mizgîniya pêşin bû ew qêrîn tirêjê destpêkê yê rojên bi hevî bû zayîna pêşin a sterka hezkirinê û tirsa pêşin a rûqilêrên Nemrûdan bû.. "Lori lori berxê min lori..."
Sayfa 25 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Helbest
“Kötü bir anıyı unutmanın en iyi yolu güzel bir tanesiyle değişmektir.”
Newroza Dilagir
Pimê bêrîkirinên bêdawi tên kişandin stranek datîne ser pêta agir navê wê azadî ji Mazlûm, Zekiye, Ronahi û Bêrîvanan re hatî diyarkirin Evîn dibin stran ji rojên asûde re dişewite hemû çûyîn tenêtî metirsî û bêdengiyên me dibin xwelî di wê rojê de di Newrozê de Newroza dilagir rengê azadiya gelê Kurd her roj geştir dibe agir her roj nêzîktir dibe azadî...
Sayfa 24 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Helbest
Newroz
Li hespê boz siwar dibe poperiskên wî ba datîne xurcezînê bêhna xwe ya sar û mirinê li pey xwe nanêre koç dike diçe zivistan Bi destên xwêdandayî dikeve rêyan lez bi lez gula sipsipî ya hêviyê bi hêstirkên pêşîn dihûne jiyanê hêdî hêdî bihara rengîn tê Li Bozê Rewan siwar dibe ji welatê efsaneyan Memê Alan tê bi evîna Zînê peyre ji Kawayê Hesinkar tê ê agirê pêşîn pêxistî Agirê Newrozê li sekûçka atêşgehan hatiye jiyanê di dergûşa evînê de bi loriyên Kurdi hatiye mezinkirin keçika xweşik a parastgehan buka nazenîn a serdemên qedim bi paşila tijî hêvî tê dema tu tê yî Newroz
Sayfa 23 - Ar yayinlari·Kitabı okudu
Helbest
Kenê te
Roj tên mijandin di kenê te de behr tên razandin rûheyva welatê min keçika serê çiya wêneya serfiraziya min e kenê te wêneyê hêviyê wêneyê hesretê dilovaniyê ev kenê jiyanê ye azadî dikene û mirin dimire.
Sayfa 22 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Dêrsim û Mûnzûr
Asoyek sor e Dêrsim asoyeke ku pêşerojê difikire li ser eniya asoyê biskeke şil e Mûzûr mîna keziyên Besê di navenda Dêrsimê de tewl dide xwe diçe Hêstirên çavê Dêrsimê ye Mûnzûr her tim dicemide ji êşên bêdawî kesekî derbasî aliyê din nake Ji bilî dostan herka wê wek stranek bi êş e diherike li nav gelî û newalan bênavber dilorîne, diqêrîne dizane xwîn herikiye di demên berê de ji êşan dîrokekê hildigire li ser spîtiya rûyên xwe Ava rûspîtiyê ye ji bo wê bîranîna Seyîd Riza û Zarife Kenê Zilanê di dil û çavên wê de hatiye nexşandin Helbesta Dêrsimê ye Mûnzûr gelek stran hatine hûnandin li ser xweşikbûna wê heybeta wê hatiye ziman evîna wê bûye henaseya bilûrvanan stranên heri delal bi hesreta wê
Sayfa 20 - Ar yayınları·Kitabı okudu