Mirinê tu bimre erê
mirinê
tu bimire
erê
hê çîrokên pîra min hebûn
wê ji zarokan re bigotana
dengê diya min diricifi di telefonê
de ji gund lez û bez hatibû
Tu ne tenê li ciwanan
tu li kal û pîran jî nayî
tu bimire, erê mirin
3 Kewçêr 2015
Ji bo bîranîna bavê min ê eziz Mela Seleheddin
Bawko
Çimê min birêje ber min bawko
eger ku min tu ji bîr kiribe...
Diçim ber ava hinaran tu yî li wir ber pez
ber mêşên hingivî ber rezê serê kaniyê tu yî li wir bawko...
Çavê xwe dadidim te dibînim
ça te bîr kim...
Hêsrên çimê diya min de tu diherikî bawko
Wek lehiyan Bawko
Ça te bîr kin
Bê te bijîn, ça?..
Piştî tu çûyî
tirî şîrîn nabe
gul bin nadin
Bawko...
23 Gulan 2001
Me dişopîne çavên Ceylanê
çiqas sal di ser re derbas bibin jî.
Dibe ku wê topa hawanê fihêt kiribe
yên ew çêkirî
yên ew avêti
û yên li hemberî avêtina wê
bêdeng mayîn
fihêt nekiribin jî...
2018
Avê ji kevir pirsî
"Tu çima ew qas bêdeng î?"
dizaniya kesên ku ji derveyî xwe de
bêdeng dixuyên
di hundirê xwe de hewar û gazin e
qêrîn in
dizaniya
Got: "Ez dikarim guhdarî te bikim"
û ew jî bêdeng bû
bi rojan, bi mehan
li hemberî mezinbûna bêdengiyê
kevir êdî nema karî îdare bike
dev ji rojiya axaftinê berda û got:
"Ma te dengê zarokên çiyayê Şengalê
nebihîst?
wî dengî ez bêdeng kirim
yên digotin "dayê av,
dayêêê av
dayê nan!"
û heya ji tî û birçîna mirin...
Çem dema ev bihîst
Kêliyekî jî li ser rûyê erdê nesekinî
Xwe berda binê axê
û di bêdengiya kûr de winda bû
Ji wê rojê û şûnde
Keseki ew çem nedît...
2018
Demsal tev zivistan in
dema evîn tune be
bihar
havin
payîz koçber in
rêwî ne
jiyan xwe dikişîne quncek
demsal tev zivistan in
dema tu tune bî.
-Em di meha gulanê de ne, lê bêgul in-
16 Gulan 2018