Helbest, doşandina xweşikahiyê ji asoyên tîrêjê pêşin lê xistin keneke zarokî li ser rûyê dostan
Helbest, hevgihana xemgîniyê bi xweşikahî û rastiyê re rijandina hêstirkê çavên bêrîkirinê hunera vegotina deryayê bi dilopek avê...
Helbest, bêsebriya bişkivîna gulê li hember girîna zaroka wê ya li dûr peljiniya nava dilê dayikekê lorî û xewneroşka serhildanan henaseya îsyankar û evîndaran...
Gulan 2002
Dayê
Dema di tengiyê de bûm tu dihatî bîra min
Dema dicemidîm birçî dibûm
têhn dibûm..
Dema min xwe dikişand quncikê
digiriyam
te difikirîm dayê
Dema ne bextewar bûm, bêçare bûm tu dihatî bîra min
tenê wê demê dema diketim min navê te digot min bibexşîne dayê...