Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Ariya Giyanên Stewr

Sîdar Jîr

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
71 syf.
·
Puan vermedi
·
17 günde okudu
Merheba xwîner û xwînxwarên edebiyata kurdî :) Piştî demeke dirêj, dikim bi kurtenivîsekê ve bala we bikişînim ser berhemeke kurdî. Berhemeke ku xwediyê wê bi salan e, bi keda xwe ve gurr dike agirê edebiyatê. Ariya Giyanên Stewr, pirtûka Sîdar Jîr a ewil e ku di sala 2004an de ji weşanxaneya bajar derçûye. Pirtûk ji neh kurteçîrokan pêk tê ku yek ji yekî bi tehmtir e. Nivîskarê me, bi tehlîleke gelekî zelal û qewîn vegirtiye guliyên bûyeran. Ji ber hindê kêfa min gelekî ji lehengên wî ra jî hatin, lewra ev leheng bêyî ku xwîneran biwestînin hûrik hûrik dimeşiyan di nav berhemê de. Mijarên ku hatibûn hilbijartin jî ji aliyê sosyo-çandî ve gelekî bi qîmet bûn, va ye bîst sal di ser ra derbas bûye lê hîn jî heman mijar di edebiyata kurdî de li eniya pêş in. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên din ên nivîskar xwendibû lê min pê dernexistibû ku Jîr çavdêrekî evqas serkeftî ye. Di taliya her çîrokê de min di dilê xwe de pesnê çîroknûsiya wî dida. Aliyekî din ê vê berhemê hebû ku piştî xwendina wê, ewrên reş li ser serê mirov tov dikir. Lewra her çîrok yan bi mirinê, yan bi kuştinê yan jî bi jihevbûnê diqediya, ev yek jî bivê nevê meriv kaşê nav atmosfereke xembarî dikir. Lê meriv dîroka nivîsandina vê pirtûkê binêre, dikare bibêje ku ev yek bi atmosfera wê demê re eleqedar e. Ez di nava cureyên edebî de herî zêde ji çîrokan hez dikim, ji ber wê dema çîrokeke serkeftî dixwînim bêtir kêfxweş dibim; hem ji bo têrkirina ruhê xwe yê ku birçîyê xwendinê ye, hem jî ji bo edebiyata xwe ya ku birçîyê berhemên serkeftî ye. Birçîyên wek min divê teqez vê pirtûkê bixwînin :) Spass!
Ariya Giyanên Stewr
Ariya Giyanên StewrSîdar Jîr · Bajar Yayınevi · 20041 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.