Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî sipî bû.
Di navbera reş û sipî de rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de xwe li jiyana min pêçabû û ew sipartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû ne jî destpêdikir.
Wisa rawestiyayî ji xwe re li her du çavên xweşik yên mirinê dinêrî.