Bêdengî û Tiştên Din kitaplarını, Bêdengî û Tiştên Din sözleri ve alıntılarını, Bêdengî û Tiştên Din yazarlarını, Bêdengî û Tiştên Din yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Mîna bavê ku ramûse kurê xwe,
yê ku çêja qitîyan ji dêv difûre.
Mîna zîn û zengû vala, berê xwe
dayî nava mija ku bûye hirî li ser pir e.
Mirin virnî ye; xewa dergûşa kurîn î şeş mehî.
Masîyê nehs e cudayî, diperpite dipdirêj, nemir e.
"Bedewtirîn in jinên giran,
wan kêliyên ku li ser mêrg û kaniyan şil dibin.
Em ê hîn bûna, yekî li hêviya hemû kurên gerdûnê,
danavî bûye ji tirsa hişkbûna dundeyên xwe,
wê bihata devê xwe bikira guhê me, wê li ber
çiyayê firawan, nimêja xwe ya dawî bikira."
"herdu baskên pencereya xwe ya tarî
digire vedike bi ser min de,
ez ê rê nedim bidenikî min.
min gotê, lêlê giyanê, de rûnê
bila serî li çemberê neçeme,
mame di nava du kêran de."
Zarincî mane pencereyên piyar - berbang nînin
Êdî navika te ya navika petêxan hilbinin - Destên xwe dijimêrim, ewên tu xitim kirî, Dengên xwe bi derziye ve dikim, şînoke didêrin
Û zinav zinav, ên tu bi zeryayê şûştî, li nava xîçên rehrehkî.