Yê nezan bawer dike her tiştî ji her kesî baştir dizane.
Û rêya wî ya raste.
Yê zana çiqasî zana be, û dizane ku her tiştî nizane.
Û di kar û rêya xwe de her bi şike.
- Huso, ka ev çi hale me ye? Ma em li vi welati çi dikin? Ka em vegerin gundê xwe. Bila zikê me birci, le dileme gey be. Em herin nav mirovên xwe! Em li vir bimirin kese termê me rake ji nin e Huso! Qene ewê me rakin, bison u bingor bikin. Ka em vegerin nav xwedi û xwedana. Bihuşt ji welatê me péstir li vê cihane nin
-Te vegeri ku dere?
-Gundê xwe..
-Ma tu nizani gund kavil kirine...
-Wi. Ew çima?
-Ji rûyê teroristan...
-Ew çima?
-Dewlet dibêje ew hemû terorist in, yan ji alikariya wan dikin.
-Ew çawa çê dibe? Gundi bi ku ve çün?
-Çawa çê dibe? Zarokên wan bûne terorist û hevalê ermeni û qomunistan.
-Wii. Weyla rebene. Ew çi ne vêca? Na, na ez nikarim bawer bikim. Lê yê mayi bi ku ve çün?
-Li nava Tirkiyê û li bajara belav bûne. O hinek ji wan hatine Elmanya a li vir dewleta me Tirkiyê xerab nişan didin...
Ma ev xwede gotiye?
Bi ve kule te, kul a xemeke din li kulen Seve zêde bûbů..
Pirtukeķé pir xweş bû. Lé malbata ke li almanya çi te sèrê vàn kala vi dike. Ji tevara baş xwendin bê.
"Na! Ev pîvan û prensîba min e. Em hemû mirov in. Ola me çi dibe bila bibe. Zimanê me, rengê me, navê me çi dibe bila bibe! Em hemû ji heman tiştî ne. Ya ji hewa û adem, ya jî ji ax û avê ne."
"Dayikê qurban ava çemé diyarbekir Iro tê ye a lem e lem
Dayikê qurban pél li pelè dixe davê ser kelem e
Dibêjin iro dayika min nexwes e
Xerib im dayê bê te kesi min nemaye li vê dinyaye
Ez xerib im daye
Qez békes im daye."