Bendewarên Adarê sözleri ve alıntılarını, Bendewarên Adarê kitap alıntılarını, Bendewarên Adarê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Navê yara min Felek e,çavên bikil reşbelek e
Porê qemer bi xelek e, heza wê’l ber dil gelek e
Wê şepala dêmgewherê, rûniştiye’l ber pencerê
îro ji derba xencerê, lazim bi êşan î Mela
Kirye argeh li min sîne, ez Memo me ew jî Zîn e
Ew Leyla û Mecnun kî ne, bila were min bibîne
Weke rojên xwe yên berê, li wê digerî ‘l her derê
Teşbîhê zulfa
Wî warê ku ji min re nabe war bila bişewite
Ku axa min qebûl nake ew al bila bişewite
çep ziviriye li serê me îsal çerxa felekê
Eger ku rast nazivire ew sal bila bişewite
Aş çûye kurdo rabûye doza çeqçeqokê dike
Wê talanê bikin helbet ew mal bila bişewite
Bindestê guran î tu kurdo, berketyê xelkêyî tu
Ku te hê jî hay jê nîn e ew hal bila bişewite
Neviyê wî bi kurmancî nizane ew jî bi tirkî
Cehnima canê wî kirî ew kal bila bişewite
şivanekî şevlêgeriyayî me
li sertarê Sîpanê
li navmilê min kulavekî xuristanî
pêrgî Siyabendê Silîvî têm
dibêje min:
evîn pezkoviyeke ziyanî ye Ronahiyê min
dakeve ji van geliyan.
evîn pezkoviyeke ziyanî ye
her li zeviyên biyan diçêre
ez têm û dibim mêvanê êvarên te yên birîndar
yên ku pal dane kendalekî qedirşinas
têm û dibim mêvanê xewnên te yên zîvîn
yên ku ji berfîneke girînok hatine dizîn
ma qiyamet radibe tu jî şevekê
hema şevekê werî û bibî
mêvanê şevereşên min ên xeyîdokî
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê
demsalek derewîn daket ser emrê min û te
vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike
keskesoreke dilovan
payîzxêr e berfîn payîzxêr e
li ser piştê ye deriyê dilê min
were silavekê bide tenêtiya min
û derbasî hundir be
ji bilî te kesî nedî birînên min
êdî tu nojdar nîn e ji min re
were aş bike kerba min a azirî
ramûse lêvên bêrîkirinên min
bike welat ji min re cotê zermemikan
ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî
ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn
Talan kirin gulistan bêjin gulan li vir şîn betal e
Terqiyan destgirî qediya li vir evîn betal e
Dawdirêjên rihbihust çav li ewlad û eyalên me
Eger ku qesta namûsa me dike ew dîn betal e
Kurdistan bûye gola xwînê mîrê min çav li zînê
Min kutaye wî dilî, jê re bêjin êdî ew zîn betal e
Bila belasebe nexwînê wî bilbilê şêt û dîn
Ku ji Kurdistana min nefûrîbe ew bîn betal e
Dest li hewa ereb, dua dikin bo Kurdistana min
kêf mekin heya em gişt nemirin ew amîn betal e
şahmaran
ha şahmaran
dayika şahmaran
şahmaran
ha şahmaran
dayika şahmaran
te jehra evînê dagerand laşê vê xakê
li ber pêsîra te zarokekî biçûk bû
te bi şîrê berê xwe kedî kir îxanet
û çîroka te bû dîroka me
hespê xwe yê zengozêrîn
çi rewan dibezînin em ber berfîn
çi rewan dibezînin em
hespê xwe yê zengozêrîn
ber bi tarîtiyeke zexel ve
bêhna xwekujiyê tê ji berêvarên min
bêhna xecîcokên çilmisî ji berêvarên min
mistek şevên midyadê bîne ji min re
Bila dinya ya te be hema min postek bes e
Alem hemî neyar be çi xem min dostek bes e
Wê dema tu hê sax bû dilê te tim bi dax bû
Axîna te her ax bû wa te bihostek bes e
Te nekir cehd û xebat biner waye mirin hat
Piştî ewqas kir tebat dibêje cestek bes e
Yê diborîne ew e yê digorîne ew e
Yê dibarîne ew e bo `efyê hestek bes e
Ronahî bi hêviyê wek mûsayê li çiyê
Ger bixwazî bigihyê hema te qestek bes e