Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bendewarên Adarê

Mihemed Ronahi

Bendewarên Adarê Gönderileri

Bendewarên Adarê kitaplarını, Bendewarên Adarê sözleri ve alıntılarını, Bendewarên Adarê yazarlarını, Bendewarên Adarê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Salnameya Evînê (12)
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê demsalek derewîn daket ser emrê min û te vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike keskesoreke dilovan payîzxêr e berfîn payîzxêr e li ser piştê ye deriyê dilê min were silavekê bide tenêtiya min û derbasî hundir be ji bilî te kesî nedî birînên min êdî tu nojdar nîn e ji min re were aş bike kerba min a azirî ramûse lêvên bêrîkirinên min bike welat ji min re cotê zermemikan ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn
Salnameya Evînê (11)
şahmaran ha şahmaran dayika şahmaran şahmaran ha şahmaran dayika şahmaran te jehra evînê dagerand laşê vê xakê li ber pêsîra te zarokekî biçûk bû te bi şîrê berê xwe kedî kir îxanet û çîroka te bû dîroka me
Reklam
Salnameya Evînê (10)
şivanekî şevlêgeriyayî me li sertarê Sîpanê li navmilê min kulavekî xuristanî pêrgî Siyabendê Silîvî têm dibêje min: evîn pezkoviyeke ziyanî ye Ronahiyê min dakeve ji van geliyan. evîn pezkoviyeke ziyanî ye her li zeviyên biyan diçêre
Salnameya Evînê (9)
didim pey dewrêşekî zerdeştî û şopa evîneke veşirî digerînim li xirbeyên darayê bi çil erbaneyan pêşwaziya bihareke serxweş dikin xecîcokên sorxemilî li berîka mêrdînê diherikim dilê qesîdeyeke kevnar û bi cizba eşqê dikevim heft beranan diwehdînim li ser heft ziyaretan bi baranên heft adaran dişom dilê xwe yê melankolîk dibim dergevanê beyta evînê berfîn xayz dikevim li şêmûga xeyalan berêvarekê min dikişînin qatên xwe hosteyên bêrîkirinê mistek evîn derdixin ji bêrîkên xwe û di dilê min radidin bi ramûseneke xeşîm re têm ser hişê xwe pêrgî du ayetên wendayî têm li ser sîngê te baweriyê bi xwedayekî tînim
Salnameya Evînê (6)
di behreke şerabî de keştiya gunehan e evîn û ez şêxê Sen’an im li ber dergehê te berfîn Zembîlfiroşekî difetisînim her şev di qedeheke mey de
Salnameya Evînê (5)
hespê xwe yê zengozêrîn çi rewan dibezînin em ber berfîn çi rewan dibezînin em hespê xwe yê zengozêrîn ber bi tarîtiyeke zexel ve bêhna xwekujiyê tê ji berêvarên min bêhna xecîcokên çilmisî ji berêvarên min mistek şevên midyadê bîne ji min re
Reklam
Salnameya Evînê (4)
bêdengiya te şeva kerr û lal bêdengiya te definkirina meytê feqîrekî (wilo bi tenê, wilo bêkes) bêdengiya te ez xwarim gidî
Salnameya Evînê (3)
ez têm û dibim mêvanê êvarên te yên birîndar yên ku pal dane kendalekî qedirşinas têm û dibim mêvanê xewnên te yên zîvîn yên ku ji berfîneke girînok hatine dizîn ma qiyamet radibe tu jî şevekê hema şevekê werî û bibî mêvanê şevereşên min ên xeyîdokî
Salnameya Evînê (2)
jiyan carekê ye û evîn carekê Ma kî yê emrekî din bide me berfîn Kî yê bibe loqman ji birînên me re Ma ne em birîndarên heman kêrê ne zarokên heman çîrokê Ma ne em lehengên heman xewnê ne Bendewarên heman rojê Parsa evînê nabe berfîn
Salnameya Evînê (1)
ji bihareke derewîn guh xwarin hêviyên min ên beravêtî niha stewr diçêrin li deşta jiyaneke bejî şivanekî şevlêgeriyayî me ez li guhera xeyalên dilşikestî şivanekî şevlêgeriyayî me têra xwe rêdûr têra xwe pezwendayî ev çend e şopa berfînan digerînim li sertarên çiyayên qurre şopa berfînan digerînim ev çend e li her dewsek te berfîneke stuxwar li her dewsek te xezaleke birîndar ey xwedewenda berfînan tu xwişka xeyalên min ên dûr î ez destbirakê stranên te yên nîvçemayî
18 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.