Beriya Mêrdînê

Konê Reş

Beriya Mêrdînê Gönderileri

Beriya Mêrdînê kitaplarını, Beriya Mêrdînê sözleri ve alıntılarını, Beriya Mêrdînê yazarlarını, Beriya Mêrdînê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Yê bê şerm û fedî gazî birayê xwe Yê bi şerm û fedî kir: - çima tu wisa bi kul, xem û êşî? Birayê wî lê vegerand: Heger bêvla te bi şewitya Bê gûman tê jî weke min bi kul û keser ba..
Qenco ji neqenco pirsî: - Pepûko! çi te daye pey qevciyê û zarokên te têr nan naxwin! De hela tu jî weke min bike, Tê bibîne bê çawa rewşa te xweş dibe.. Qenco lê vegerand: - Ji ber yên weke min, yên weke te hene Zarokên te para zarokên min dixwin Ezê weke xwe bimînim tu wek xwe bimîne Mane Kurdan ji mêj ve gotine: "Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kirio bi xwe kiro"
Reklam
Dara Hinarê gazî dara Zeytûnê kir: - Wa dara Zeytûnê ! çima tu jî xwe wek min tazî û rût nakî? Dara Zeytûnê lê vegerand: - Heger te zanîba bê çendî tu kirêt û megrûdî ye, te jî xwe tazî ne dikir…
Bahozê ji rewrewkê re got: - Bi dûrkeve, xwe bide alî, Te xelk bizdandin bi dîtina wan Pêlên derewîn. Rewrewkê lê vegerand: - Ta ko sitemkarên wek te hebin, Wê xapînokên wek min jî hebin De ka emê herdu xwe nema bikin?!
Doda! Tu hebûn û nebûna minî Tu ji hiş, bîr û Xeyala min dernayê çendî bi dûr kevim, Nêzîk bibim, Herim û bêm… çendî bûyer û serborî
*Doda: Gundê ku Xwedê Konê Reş lê daye, li ser tixûbê Serxet û binxetê dikeve, di navbera Qamişlo û Amûdê, Mêrdîn û Nisêbînê de.
Biyaniyo ! Gelo tu navê vî welatî Nas dikî?! Ev welatê ku çend cîranan ew Di nav xwe de parvekirine !! Gelek caran Li ser şerkirine û
Reklam
Nizanim çima min sare Gelo, ev çi demsale? Heger zivistan ba; Wê berf û baran bibariya Li ser van car û zinaran. Ku buhar ba; Wê hilm û bîna Kulîlkên nû pişkivî bihata Ji van daran. Ku payîz ba; Wê dengê qaz û qulingên mişextî Bihata ji esmana. Xuyaye dem havîne Belê, çima roka vê havînê Tînê nade?! Gelo ! Birîna min xedare Ew rê nade, An kul û derd, di ser min re Bûne sîber û talde?!
Geri110
109 öğeden 101 ile 109 arasındakiler gösteriliyor.