"Xwedê xera bike mala Fransaye, xet anî van dera ye, ji hev kir destê aşiq û maşûqa ye.
Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta sînor di nav dil de radaye, destê bira ji bira qetya ye.
Xwedê xera bike mala Fransaye, bi kotekî xeta sinor badaye, ji hev kir destê mirîdê bavê Masûm û Zekiya ji şêxé wa ye.
Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta tirênê bûye bela ye, kurmanc ji hev kirine cuda ye..."