Beriya Mêrdînê

Konê Reş

En Eski Beriya Mêrdînê Gönderileri

En Eski Beriya Mêrdînê kitaplarını, en eski Beriya Mêrdînê sözleri ve alıntılarını, en eski Beriya Mêrdînê yazarlarını, en eski Beriya Mêrdînê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Nizanim çima min sare Gelo, ev çi demsale? Heger zivistan ba; Wê berf û baran bibariya Li ser van car û zinaran. Ku buhar ba; Wê hilm û bîna Kulîlkên nû pişkivî bihata Ji van daran. Ku payîz ba; Wê dengê qaz û qulingên mişextî Bihata ji esmana. Xuyaye dem havîne Belê, çima roka vê havînê Tînê nade?! Gelo ! Birîna min xedare Ew rê nade, An kul û derd, di ser min re Bûne sîber û talde?!
Di nav nivînan de Di pirsên polîsan de Ponijîm û kûr çûm… Di pêkanîna dirav û Perwerdekirina zarokên xwe de Mijûl bûm û Pêre, pêre Kul û xeman
Reklam
Ev çi dem û dewrane xwe di bînim têde Dûrbûn û sirgûnî yê dibînim dirojan û rêde kul û xem li şûn kêf û şahîyan xwe didin hev û hin bi hin tên bi pêde wek rêwîyê rênenas
Wek kevokekê nivistiye Li ser banê dilê min Wek tabloya Monalîza Daliqandiye li ber çavên min Nizanim xemgînî an Digirnijî?! Wek kulîlkek nêrgiza nû pişkiviye Li rastê…
Kamîran ! Ev çi ewrê reşe Xwe di ser Qamişloka evînê re Dikişîne..! Ev çi xemgîniyê Di dêmê rêwiyên kolanên Amûdê û Tirbespiyê de Dibînim..!
Ji mal derketim û Gelek xwestek Ji min dihatin xwestin; Nan, av, xwê û derman…. Wek pîrê xemcivîn Di kolanê de diliviyam. çav bi jineke dûcanî ketim Ku çar zarokan Bi dawa wê girtine. Li ber kilênîka textorekî Dengê otomobîlan û xirecira xelkê jî Digiha esmana, guhê min quldikir... Spehiyê ! Kêlîka ez çav bi bejn û Bala te ketim Min xwestek jibîr kirin Wêneyê wê jina dûcanî Ji ber çavê min windabû û Deng jî ji dor min biliya Ez bûm wek rêwiyekî Kerr û gêj û lal.
Reklam
31 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.